8 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qedexekirina ziman binpêkirina mafan e!

Role Mihemed

Piştî dagirkirina Efrînê ji gelek hêlan ve guhertin û qedexe li hember çand û zimanê kurdî hatin bipêşxistin. Li gorî agahiyên ji herêmên hatin bidestxistin, bi destpêkirina sala xwendinê ya 2025-2026an re zimanê kurdî li dibistanên Efrînê hatiye qedexekirin.

Li Efrînê zimanê kurdî ji perwerdeyê hat rakirin û îsal bi dehan zarokên Efrînê ji zimanê xwe yê dayikê bê par man. Li hember qedexekirina zimanê dayikê xelkên Efrînê û mamosteyên dibistanan daxwaza vegerandina zimanê kurdî kirin. Li aliyê din jî gelek bertekên mamoste û partiyan ji bo rawestandina zimanê kurdî derketin pêş.

Piştî dagirkirina Efrînê, ji gelek hêlan ve guhertin û qedexe li hember çand û zimanê kurdî hatin bipêşxistin. Li gorî agahiyên ji herêmên hatine bidestxistin, bi destpêkirina sala xwendinê ya 2025-2026an re, zimanê kurdî li dibistanên Efrînê hatiye qedexekirin. Li gorî hin daneyan jî, di nav gund û navçeyên bajarê Efrînê de bi dehan mamosteyên zimanê kurdî hene. Di dîroka neteweya kurd de her tim ziman û çanda wan hatiye asîmilekirin. Gelê bakurê Kurdistanê li dijî polîtîkayên qedexekirin û qirkirina zimanê kurdî, bi salan e li ber xwe didin ji bo mafê xwe yê rewa zimanê kurdî bi dest bixin. Tiştê ku niha li Efrînê tê kirin, di heman demê de rewabûna zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê ya nû de ji hev ne qut in. Armanc yek e û helandina çanda kurdî ye.

Ji destpêka salê ve mamoste û pirtûkên bi zimanê kurdî amede ne. Mamosteyan amadekariyên xwe ji bo vekirina dibistanan kiribûn. Lê di rêbaza xwendinê ya îsal de dewleta tirk zimanê kurdî li dibistanan rakir û di fêrkirinê de zimanên weke tirkî, îngilîzî û erebî kir esas. Ji sala 2018an ve, dewleta tirk Efrîn dagir kiriye, çekdarên girêdayî wî rojane li ser xweza, çand, dîrok û darên zeytûnê yên şêniyan kiryarên binpêkirinên dijmirovî dikin.

Herwiha piştî dagirkirina çekdaran dest bi guhartina demografya Efrînê kirin. Gelek dibistan ku cihê fêrkirinê bûn, tê de kesên ne resen bi cih bûn. Li gorî amaran jî li Efrînê guhertina demografîk ji sedî 75an derbas kiriye. Li Efrîna dagirkirî, zimanê kurdî di gelek pêvajoyan re derbas bû. Beriya Efrîn were dagirkirin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê û yekemîn zanîngeh li Efrînê hatibû vekirin. Sîstema perwerdeyê rûniştî bû, zanîngeh û dibistanên zimanê kurdî hebûn. 6ê cotmeha 2011an dibistana yekemîn bi navê Şehîd Fewzî li gundê Diraqlî yê navçeya Şera hat vekirin. Dibistana Şehîd Fewzî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistana yekemîn a bi zimanê kurdî bû. Li gorî hin daneyan 318 dibistan li bajarê Efrînê beriya dagirkirinê hatibûn vekirin. Nêzî 50 hezar xwendekarên seretayî, navîn û amadehiyê li wan dibistanan li ber destê 3 hezar û 712 mamosteyan perwerde didîtin. Yekemîn dibistan, peymangeh û zanîngeha bi zimanî kurdî li Efrînê hatin vekirin. 26ê tîrmehê 2015an, zanîngeha yekem hat vekirin. Ji bo gihandina mamosteyan di tevahî beşên xwendinê de, sala 2014an, li Efrînê Peymangeha Viyan Amara hat vekirin. 82 mamoste û bi dehan karmend çavdêriya peymangehê dikirin. Beriya ku dewleta tirk a dagirker bajarê Efrînê dagir bike, 500 xwendekar li peymangehê dixwendin. Ew bû destpêka pêvajoya perwerdeyê ya nû ku di tevahî qadên perwerdeyê de mamoste û kesên pispor werin gihandin.

Lê piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin, veguherî cihekî ku lê zimanê kurdî tê qedexekirin. Niha zarokên Efrînê ji zimanê xwe yê resen bêpar mane. Herwiha Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê biryara hikûmeta Sûriyeyê ya qedexekirina xwendina zimanê kurdî li Efrînê û deverên din ên rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Komîteyê tekez kir ku qedexekirina xwendina kurdî li Efrînê binpêkirina mafên çandî û neteweyî ye. Li aliyekî din jî şênî, mamoste û xwendekarên li herêma Efrîna rojavayê Kurdistanê dixwazin xwendina bi zimanê kurdî vegere dibistanan û mamosteyên kurdî vegerin ser karên xwe. Li gorî sazî û rêxistinên mirovî, mafê herkesî heye ku bi zimanê xwe yê resen perwerdeyê bibîne. Kurd bi salan in li her aliyên Kurdistanê têkoşînê ji bo zimanê kurdî didin û ji bo vê bi hezaran berdêl hatin dayîn. Lê em ji bîr nekin ku li aliyekî din ewqas zimanzanên kurd li ser xaka Kurdistanê xwe dikin qurbanê zimanê xwe û xebatên pîroz didin meşandin. Di nav vê rewşê de pêwîst e ku gelê kurd serxwebûn û yektiya xwe xurt bike, da ku zimanê xwe nasnameya xwe biparêze. Wekî ku pêşî û mezinên zimanê kurdî Celadet, Cîgerxwîn û bi dehan siyasetmadar û wêjevanên me gotine, serxwebûna Kurdistanê bi ziman pêkan e. Divê ev bang û daxwazên wan bi cih bên. Li hember vê rewşê û polîtikeyên qirêj divê asta zimanê kurdî hîn bêhtir were bipêşxistin.