Di dîrokê de, berhemên zimanê qedexekirî gelek caran wiha bûne amûrek ji bo guhertin û berxwedana civakî. Tenê nabe dengê berxwedana civakê, di heman demê de dibe bîra civakê; wek sembola berxwedanê ya li dijî pergala serdestan ku nasnameya resen bê parastin.
Çend roj berê niha bi hinceta qedexekirina pirtûkan bi ser weşanxaneya Aramê hate girtin û gelek pirtûk desteser kirin. Hîn ev nîqaş bi dawî nebûbû lîsteyek derket holê. Gelek rojname, kovar û pirtûk bi hev re hatin qedexekirin û biryara berhevkirinê hate dayîn. Di nava van berheman de romana min ya bi navê ‘Siya Şikestûnê Tûrcel’ê ku di 2011an de ji nav weşanên Aramê çap bûye û çapa wê qediya ye jî digire. Di vê gotarê de, dixwazim hem bandora civakî, çandî û qedexekirina pirtûkan û hem jî li ser rista zimanekî qedexekirî nirxandinan bikim.
Pirtûk, raman û hêza ziman
Berhemên nivîskî yek ji girîngtirîn berhemên hilberîna zimanê nasnameya gel, qewm û neteweyan, çandî û civakî ye. Hem di warê dîrokî û hem jî di warê çandî de bûye yek ji amûrên herî bingehîn ên pêşketina rewşenbîrî, exlaqî û siyasî ku nirxên civakî, normên mirovî pêk bîne û derkeve pêş. Hêza berhemên nivîskî ji vê potansiyelê tê û li ser asta kesayetiyê bandorê li civakê dike. Ev bandor dibe amûra xwenasîn, hebûn û xwebûnê. Li welatê ku mêtîngerî lê bi bandor e ev wek gefek tê hesibandin û dibe sedema qedexekirina ziman û amûrên ku bi wî zimanî tên hilberandin. Bikaranîna qedexeyan bi gelemperî ku ziman sînordar dike, li dijî azadiya ramanî xwe dide der. Ziman ji hêla birdoziya serdestan ve bi her awayî tê armanckirin ku bikeve bîra pişaftinê. Qedexebûn dest pê dike û êrîş li ser her gotin û biwêjên ferhengî tên meşandin. An jî li ser hilberînên wî zimanî rojname, kovar û pirtûkan. Ev tenê nayê wateya bêdengkirina zimanî yan jî vegotina ramanî. Di heman demê de dibe sedema destwerdana cîhana semantîk a hebûna zimanî, form û peyvên ku tên bikaranîn.
Divê neyê jibîrkirin ku di rojname, kovar û pirtûkên qedexekirî de ziman û şêwazeke vegotinê ya taybet tê bikaranîn. Ji ber vê ew ziman wiha dibe hilgirê avahiyeke ronakbîrî ku ji aliyê hêzên serdest ve wek gefek bê dîtin. Mirov dikare bibêje ku bikaranîna zimanê qedexekirî di rojname, kovar û pirtûkan de, li dijî qedexeyên asayî yên mêtingeran bandoreke xwebûnî û hewcedariyeke hebûnî li ser zimên ferz dike.
Dîroka qedexekirina berheman
Qedexekirina berhemên zimanekî di dîrokê de ji bo mêtingeran rê û amûrek e ji bo ku kontrolkirina çand, civak û birdoziya xwe biparêze. Bi van qedexeyan re, bi gelemperî bi raman û xebatên gefxwar bi ser dezgehên hilberîna zimên û civaka ji derveyî xwe digire; bi hêzên xwe yên serdest dest bi êrîş, lêpirsîn û qedexeyan dike. Di dîrokê de gelek desthilatdaran wiha hewl dane ku ji bo parastina pergala xwe, zimanê civaka bindest û hilberînên wî zimanî qedexe bikin. Bo nimûne, di serdema navîn de dêran gelek pirtûk û destnivîsar desteser kirine, şewitandine da ku dîtinên dijberî dînî yan jî ramanên dijberê xwe qedexe bikin. Di sedsala 20an de pergalên totalîter ji bo hişmendiya gelemperî manîpule bikin û civakan li gor birdoziyên xwe ji nû ve saz bikin, rêbazên heman rengî bi kar anîne. Almanyaya Naziyan, Yekîtiya Sovyetê ya Stalînîst û serdema şoreşa çandî ya Çînê mînakên herî berbiçav ên qedexekirina berheman in.
Sedemên sereke yên li pişt qedexekirina ziman û berhemên nivîskî ên wî zimanî bi piranî daxwaza desthilatdaran e ku rêzik û birdoziyên xwe diyar bikin. Û ji bo ku civakan di rêzeke diyarkirî de bihêlin raman û berhemên nivîskî yên li dijî birdoziyên xwe, bi giştî xeternak dibînin. Ji ber vê yekê, hilberînên zimanî yên qedexekirî di heman demê de berhemên wêjeyî nabînin û wek xetereyek dij-mêtîngeriya xwe dibînin.
Ziman û hêza hilberînê
Ziman yek ji kevirên bingehîn ên pêkhatina civakî ye û dibe qadek ku ji norm û birdoziyên civakî re bibe amûr. Ziman bi vê amûrê û hêzê riya raman û normên fikirînê dide teşekirin. Tenê nabe amûra ragihandinê, di heman demê de dibe pêkhateya civakî û bîrdozî ya ku ji nû ve civakê ber bi hilberînê ve bibe û ji nû ve jîndar bike. Ji ber vê yekê bi qedexekirin an jî veguhertina zimên, bandorên wiha giran, kûr û jêneveger li ser civakê dide avakirin. Ziman ji bo kesayetan tenê ramana kesayetî îfade nake, nasname û forma civakbûnê jî bi xwe re werdigire. Mînak; metafor, wate, awayên vegotinê, bi giştî di zimanekî de ku tên bikaranîn, têgihiştina civakê bi xwe re tîne. Ev tê wê wateyê ku sînorkirina bikaranîna gotinan, tunekirina avahiya ronakbîrî, rewşenbîrî, civakî û nirxên wî zimanî ye. Bi taybetî ji aliyê mêtingeran û birdoziya wan ve li dijî zimanê qedexekirî zêdetir wiha xwe aşkera dikin.
Rista zimanê qedexekirî
Qedexekirina berhemeke ku zimanê qedexekirî bi kar tîne, bi gelemperî li ser bingeha têgihiştina normên taybetî yan civakî ku di bin xetereyê de ye xwe dide der. Ji hêla çandî û civakî ve li dijî dûrxistin, tunekirin û marjînalîzekirinê xwe diyar dike. Tenê wek navgîneke ragihandinê nayê dîtin, di heman demê de wek sembola berxwedana nasname, hebûn û xwebûnê tê dîtin.
Di berheman de bikaranîna zimanekî qedexe, wateya civakî ya wî zimanî, di warê hebûn û xwebûnê de ku berfirehtir dike, wiha dibe cureyê bikaranîna nasnameyê. Gelek mînakên bi vî rengî hene. Bi taybetî zimanê li ber pişaftinê li ber xwe dide, li dijî serdestiya ziman û çanda mêtingeran, bi berxwedaneke wiha dibe xwedî helwest. Ev helwest û xebat tenê nabe amûra nasname û hebûna neteweyên ku bi wî zimanî diaxivin, xwe îfade dikin û hildiberînin, di heman demê de dibe amûra rastiya çand û zimanê serdestan jî dide xuyakirin.
Carinan jî bikaranîna zimanê serdestan dibe çeka berxwedana çandî û birdozî ya neteweyî. Bo nimûne, di berhemên Nelson Mandella de ku bi zimanê wêjeya serdestan hatiye bikaranîn rastiyê ji bo civakan bi zimanê serdestan dide xûyakirin. Faktorên ku bandorê li civakê û zimanê civakê dikin bi naveroka wê ve dibin çekên ku bên bikaranîn. Ji ber ku berhem bi zimanê taybet hatiye nivîsandin, di heman demê de zehmetî, zordarî û marjînalbûna wî zimanî li dijî zimanê li ber pişaftinê li ber xwe dide jî tîne zimên; ev dibe sedem ku bê qedexekirin.
Bandorên derûnî yên li ser berhemên zimên
Qedexekirina berheman ne tenê destwerdaneke li ser rewşenbîran e. Di heman demê de ber bi hêmanên zimanî ya civakî ve jî diçe. Dibe armanca êrîşên bi awayê xweîfadekirinê, bi giştî azadiya rewşenbîrî. Sansura jîngeha li ser civakê bi xwe re tîne. Ev metirsiya navxweyî zêdetir dike, tirs û fişarê çêdike. Li gor feraseta serdestan dibe sedem ku xwendina berhemên neqanûnî û qedexekirî ji kontrola pergal û çanda serdestan derkeve. Ku wek xetereyeke çandî, nasnameyî û birdozî di nav mêtingeran de tê dîtin, wiha rastî êrîş û sansûrên xurt tê. Dike armanc ku ramana civakê wiha teng bike, nasnameya çandî ji holê rake, azadiya civakî û kesayetî sînordar bike.
Qedexekirina berheman di asta civakî û birdozî de bandoreke wiha girîng dide xwe. Li pişt qedexekirina berheman tê dîtin ku bêdengkirina ramanî, zimanî û xweîfadekirinê derkeve holê.
Di berhemên zimanê qedexekirî de zimanê tê bikaranîn, li dijî van zextan, bi her awayî berxwedaneke kûrtir nîşan dide. Hem wek nasnameya kesayetî û hem jî wek rengekî berxwedana civakî, wateyeke giranbûha werdigire. Ji ber vê yekê, berhemeke ku bi zimanekî qedexekirî bê nivîsandin dibe sembola berxwedana li dijî qedexeyan. Di heman demê de ew berhem cihêkarî û zordestiya ku li ser civakê tê meşandin, bi wî zimanê tê axivîn rengê hebûn û xwebûna xwe nîşan dide. Ev rê dide civakê ku bi nivîsandin û hilberîna berheman nasnameya xwe ya civakî û çandî ji nû ve ava bike.
Di dîrokê de, berhemên zimanê qedexekirî gelek caran wiha bûne amûrek ji bo guhertin û berxwedana civakî. Tenê nabe dengê berxwedana civakê, di heman demê de dibe bîra civakê; wek sembola berxwedanê ya li dijî pergala serdestan ku nasnameya resen bê parastin. Ji ber vê yekê, qedexekirina berheman û zimanê wan berheman tenê nabe navgîna qontrolkirina zimanî, di heman demê de dibe beşek ji pêvajoya pêşveçûn û guherîna çandî û nasnameya civakî.