30 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qedexe tecrîda li Kurdistanê ye

Li Îmraliyê tecrîd didome. Tecrîda li îmraliyê bandorê li ser Kurdistanê dike. Bandorê li ser talankirina xwezayê dike. Bandorê li ser xizayina gelê Kurd dike. Bandorê li ser çavkaniyên debarê dike.

Rayedarên dewletê ku aştiya Tirkiyeyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin, divê berî her tiştî Kurdan îkna bikin. Ji bo Kurdan îkna bikin jî divê berî her tiştî nakokiyan ji holê rakin. Polîtîkayên înkar û îmhayê bi dawî bikin. Mînaka vê yekê divê girtiyên siyasî serbest berdin. Divê qedexeyên zozan, çiya, bajaran bi dawî bikin. Divê ji bo azadiya ramanê û siyaseta demokratîk zagonan çêkin. Mafê kurdan ên ziman, çand, nasname û perwerdehiyê nas bikin û li gorî wê butçeyekê jêre veqetînin. Hesab ji kujerên 17 hezar Kurdên ku ji malên xwe hatin revandin, ji kolan û zeviyan hatin revandin û kuştin bipirsin. Divê cihê hemû gorên komî aşkere bikin. Divê ji ber kiryarên li dijî gelê Kurd lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwazin. Her wiha divê gelek astengiyên li pêş azadiya Kurdan û statuya Kurdan rakin. Mirov dikare gelek xalên din rêz bike. Lê di serî de hin gavên ku me li jor rêz kir bên avêtin, dibe ku Kurd hinekî baweriya xwe bi dewletê bînin.

Lê li şûna gavên çareseriyê bên avêtin, gavên ku bêtir Kurdan ji xwe dûr bixin û baweriya Kurdan ji çareseriyê bişkîne davêjin. Di vê pêvajoya ku niqaşên çareseriyê tên kirin de; em hinekî bala xwe bidin geşedanên ku li Kurdistanê pêş dikevin.

Li Kurdistanê qedexe didomin. Talankirin û wêrankirina xwezayê jî didome. Zozan, çiya li cotkar, karker, şivan û gavanên Kurdistanê tên qedexekirin. Ev nîşan dide ku li Kurdistanê tecrîd heye. Eger gundiyek nikaribe biçe nava dehl û rezên xwe. Eger şivanek nikaribe keriyê pezê xwe bibe zozanê xwe, eger cotkarek nikaribe zeviyên xwe biçîne û biçine, wê demê tecrîda li ser Kurdistanê heye. Gundî debara xwe an bi çandiniyê an jî bi cotkariyê dikin. Ku dehl, rez, gelî, çiya, newal û zozan li gundiyan bê qedexekirin, wê demê çavkaniya debara wan zuha dibe. Eger çavkaniya debara gundiyan zuha bibe wê demê gundî neçarî koçberiyê dibin. Kurdên ku ji axa xwe û warê xwe koçber bibe, warê xwe ji şîrketên talanker û wêranker re dihêle. Cihê ku dagirkerî lê hebe, aştî û çareserî lê nabe.

Li Tirkiyeyê pêvajoyek hatiye destpêkirin. Di meha cotmehê de Serokê MHPê Dewlet Bahçelî Koma DEM Partiyê ziyaret kir û got “Beriya aştiya cîhanê divê di serî de em sulha di nava xwe de pêş bixin. Gelek kesan ji vê gotina Bahçelî re li çepikan xist. Ji bo aştiya navxweyî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest PKK xwe fesih bike û çekan berde. Rêberê Gelê Kurd jî ji bo aştiya navxweşî,  Rojhilata Navîn û cîhanê pêş bikeve, xwest şert û mercên siyasî û hiqûqî bên avakirin. Piştre Rêber Abdullah Ocalan di 22ê Kanûnê de nexşerêyek da pêş Tirkiyeyê û xwest partiyên siyasî, hikûmet, muxalif û hemû saziyên civakî û rêxistinên demokratîk ji bo çareseriyê berpirsiyariyê bidin ser milê xwe.

Li ser vê yekê DEM Partiyê şandeyek ava kir û bi gelek partiyên siyasî, rêxistinên civakî, sendîka û komeleyan re hevdîtin kir. Fikr û pêşniyarên wan girt. Xwestin wan jî tev li vê pêvajoya çareseriyê bikin. Gelek sazî, komele, sendîka û partiyên siyasî erênî li meseleyê nerîn û destnîşan kirin ku dê berpirsiyariya xwe ya ji bo çareseriyê pêk bînin. Ji Kanûna 2024an heta niha 5 meh derbas bû. Heta niha yên ku hewl didin pêvajoya aştî û çareseriyê pêş bikeve, di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de DBP, DEM Partî, TJA û PKK ye. Li aliyekî DEM Partî, TJA û DBP ji bo pêvajo ber bi aştiyê ve biçe hem bi gel re civînan pêk tîne, hem jî serdana partî û saziyan dike.  Li aliyê din PKK ji bo banga “Aştî û Civaka Demokratîk” pêş bikeve, guh dide banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gavan davêje. Lê îro em dibînin ku her roj balafirên şer ji Amedê radibin. Her roj zozan çiya û gelî têne qedexe kirin. Çiyayên Kurdistanê bi kanên madenan tê talankirin. Axa Kurdistanê li aliyekî di bin tecrîdê de ye, li aliyê din zîv û zêrê axa Kurdistanê pêşkêşî sermayedaran dikin. Li aliyê din dîsa qaleqol û qereqolan ava dikin.

Di 22ê Gulanê de Waliyê Amedê herêmên Gundên Şingring Cor, Heridan, Pirejman û herêma Çiyayê Gorsê yên Pîrana Amedê, ji ber operasyonên leşkerî 10 rojan wek ‘herêma ewlehiya taybet’ îlankirin.

Dîsa hefteyek berê Walîtiya Şirnexê li çiyayê Gabar û Cûdî û gelek herêmên din heta 15 rojan qedexe îlan kiribû.

Li Colemêrgê di bin parastina leşkeran de  bi hinceta “Ewlehiyê” herêm ji çûn û hatinê re têne qedexe kirin û axa Colemêrgê talan û wêran dikin.

Li navenda Şirnexê û navçeyên wê, dar tên birîn û xweza tê talankirin. Li herêmên ku Walîtiya Şirnexê her 15 rojan carekê di bin navê “herêma ewlehiya taybet” de têketina wan qedexe dike, her roj dar tên birîn û tev qad her ku diçe berfirehtir dibin.

Li 31 deverên li Herêma Bestayê ku di bin navê “ewlehiyê” de hatine qedexekirin, cerdevan bênavber daran dibirin.

Ev tenê çend mînak in. Ev minak  nîşanî me didin ku kesên ji Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd dixwazin ku PKK xwe fesix bike û PKK çekan berde, qet çareseriyê naxwaze. Qet aştî û demokrasiyê naxwaze. Her çend bi devkî gotinên xweş bike û bibêje ez aştî û çareseriya demokratîk dixwazin jî pratîka wê ku nayê veşartin nîşan dide ku li Îmraliyê tecrîd didome. Nîşan dide ku tecrîda li îmraliyê bandorê li ser Kurdistanê dike. Tecrîda li ser axa Kurdistanê bandorê li ser talankirina xwezayê dike. Bandorê li ser xizayina gelê Kurd dike. Bandorê li ser çavkaniyên debarê dike.

Ji bo çareserî pêş bikeve, di serî de divê gotin û pratîk yek be. Divê dewlet jî mafê kurdan ên ziman, nasname, çand  û vîna siyasî nas bike û qebûl bike. Nexwe dê dîsa bibe wekî pêvajoya 2013-2015an. Êdî gelê Naxwaze ev pêvajo dubare bibe. Lê tenê bi xwestinê jî nabe. Divê Dayikên aştiyê xwe bigînin dayikên leşker û polîsan û wan jî ji bo çareseriya demokratîk têxin nava tevgerê.

Divê hiqûqnas ji bo mafê heviyê zend û bendên xwe babidin û zorê li Wezîrê Dadê bikin.

Divê saziyên ziman û perwerdehiyê zextan li Wezîrê Perwerdehiyê bikin ku mafê zimanê zikmakî bibe zimanê fermî yê Kurdî.