Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê Qazî Mûhammed, kadroyên pêşeng ên Komara Mahabadê di salvegera darvekirina wan de û şehîdên komkujiya Kizildereyê bi bîr anî.
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi vî rengî ye: “Em yek ji rêberên hêja û girîng ên dîroka Kurdistanê Qazî Mûhammed û hevrêyên wî yên têkoşînê di salvegera darvekirina wan de bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin. Qazî Mûhammed û hevalên wî bi welatparêzî, lehengî, wêrekî û fedekariya xwe navê xwe li dîrokê nivîsandin. Gelê kurdistanê ev kesayetên fedakar û têkoşîna wan her tim bi hurmet û minet bi bîr anî û ji niha û pê ve jî wê bi heman hestê bi bîr bîne. Bi saya fedakariya wan a mezin hêvî û îradeya azadiyê ya gelê Kurdistanê zindî ma, mezin bû û gihîşt vê astê. Komara Mahabadê ji ber nêzîkatiyên berjewendîparêz, mafnenasî, êrîşa hêzên mêtinger û zalim ên hêzên hegemonîk di demeke kurt de hilweşiya jî be, di têkoşîna li dijî mêtingeriya qirker a gelê Kurdidstanê de nîşaneya qonaxeke dîrokî ye. Qazî Mûhammed û hevalên wî bi sekna xwe ya li hemberî êrîşan ku tawîz ji sekna azadiyê nedan û serî netewandin, di temsîlkirin û dewamkirina kevneşopiya berxwedanê ya Kurdistanê de bûn xwedî cihekî mezin. Meydana Çarçira di hişê gelê Kurdistanê de bû xwedî cihekî gelekî kûr. Em ê bîranîna Qazî Mûhammed û hevalên wî ji niha û pê ve jî di têkoşîna xwe dewam bikin û armancên wan pêk bînin. Li ser vê bingehê soza ku me dane şehîdan em dubare dikin.
Îro di heman demê de salvegera qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî li Kizildereyê ye. Bi wesîleya vê salvegerê em şehîdên komkujiya Kizildereyê Mahîr Çayan û hevrêyên wî bi hurmet bi bîr tînin. Ji pêşengên dîrokî yên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê Mahîr Çayan û hevalên wî bi têkoşîna xwe bêguman encamên mezin afirandin. Têkoşîna sosyalîst a Tirkiyeyê ji aliyê dîrokî ve bi pêş ve bir, li dijî mêtingeriyê di afirandina hişmendî û helwesta têkoşîna hevpar a gelan de bi roleke girîng rabûn. Ji ber vê yekê Rêber Apo li ser vê bingehê têkoşîna Mahîr, Denîz, Îbrahîman û rola wan a di dîrokê de her tim girîng dît, nirxên têkoşînê ji xwe re kir mîrate û têkoşîna azadiyê mezin kir. Bêguman di serdema îro de asta ku lêgerîna jiyana azad, wekhev a gelan û stratejiya têkoşîna hevpar gihîştiye encama vê têkoşîna dîrokî ye. Em di wê baweriyê de ne ku dilsoziya bi bîranîna Mahîr Çayan û hevrêyên wî bi pêşvebirina stratejiya vê têkoşînê û lêgerîna jiyana azad a hevpar a gelan dibe. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo banga Komara Demokratîk û Welatê Azad e ku Mahîr, Denîz û Îbrahîman di oxira wê de têkoşîn meşandin.”