18 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qayûmê Wanê jinan dike hedef!

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xwest ku Şaredariya Artemêtê Navenda Jiyana Jinan a Şamîran a ku girêdayî wan e, vala bikin.  Hevşaredara Artemêtê Rabîa Başak Koç, diyar kir ku divê ev biryara ku wê bi sedan jin mexdûr bike bê terikandin.

Şaredariya Artemêtê di meha Cotmeha 2024an de bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li taxa Suphanê Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran vekir.  Bi sedan jin di qadên cûda xebat pêş dixistin û çalakiyên cur bi cur pêk dianîn. Lê di 15ê Sibata 2025an de qayûmê ku tayînî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin û vîna gel xesq kirin rojane li dijî gel û civakê kiryarên qirêj pêş dixe. Bi taybetî jî qeyûm berê xwe dide destkeftî û qada jiyanê ya jinan. Beriya niha ku keştiya wekî pirtûkxaneya jinan dihat bikaranîn ji aliyê qeyûm ve hat girtin û niha jî dixwaze Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran bigir e. Qeyûm bi hincetê vala ji Şaredariya Artemêtê xwestiye cihê Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran ku aydê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ye vala bike.

Jin bi xwe dibin hedef

Hevşaredara Artemêtê Rabîa Başak Koç anî ziman ku piştî navend hat vekirin wan ji bo jinan gelek perwerde û çalakî li dar xistin. Koç, da zanîn ku ev biryara qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye kirin, jinan dike hedef û got; “Di meha cotmehê de bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re bi pêşengiya hevşaredar Neslîhan û hevalên jin ên din me ev navend vekir. Li vê navendê ji werzîşê heta semîneran gelek çalakîyên me hebûn ku jin beşdar dibûn û li hev diciviyan. Jinan ji dirûtin û neqişandinê bigire heta hunera destan gelek qursên cuda didîtin. Di encama van qûrsan de êdî hatibûn ku kar û pîşeyekî bi dest bixin û pê debara xwe bikin. Her wiha kreşeke me hebû ku ji bo zarokan xizmet dikir. Rêveberiya qeymeqamtiyê li hemberî vê qada ku jin bi hêz bûn bêtehemûl bû û ji me hat xwestin ku em avahiyê vala bikin. Bi van kiryaran jin dibin hedef û dixwazin destkeftiyên jinan ji destên wan bigirin.

Divê ji xeletiyê vegerin

Koç bal kişand ser pirsgirêka şaredariyê ya der barê avahiyê de heye û banga sererastkirina xeletiyê kir. Koç got, “Tevî şert û mercên neyînî yên aborî jî me bi kedeke mezin navend ji jinan re vekir û bi dehan malzemeyên kirîn. Eger ev biryar neyê paşvexistin, cihê me nîne ku em van malzemeyan vegerînin û navenda jiyanê ji nû ve aktîv bikin. Ji ber ku her tiştê şaredariyê ji aliyê rêveberiyên berê ve hatiye firotin. Divê jinên li vir neyên mexdûrkirin, lewma em li bendê ne ku ev xeletî bê sererastkirin.”