12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qasim Miqdad: DYA û Tirkiye serwerıya axa Sûriyeyê binpê dikin

Wezîrê Karên Derve yê rejîma Sûriyeyê Qasim Miqdad li paytexta Sûriyeyê hevdîtinek bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen re kir. Miqdad di hevdîtinê de behsa hebûna hêzên biyanî yên li Sûriyeyê kir û wiha got: “Hebûna dagirkeriya amerîkî û tirkî ya li ser axa Sûriyeyê tê wateya binpêkirina serweriya vî welatî, her wiha hebûna van hêzan li ser hin aliyên axa Sûriyeyê li dijî hemû qanûn û biryarên navneteweyî ye”.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya rejîma Sûriyeyê (SANA) herdu aliyan li ser pêşketinên der barê Sûriyeyê de nîqaş kirine, her wiha behsa hewldanên rejîma Sûriyeyê kirine yên çareseriya bi rêyên lihevkirinan ku li çend deveran ceribandine.

Ji aliyekî din ve nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen jî li ser mijara civînên ji bo danîna destûra Sûriyeyê rawestiya û wiha got: “Ez bi hêvîme ku em ê bi rengekî erênî civîna heftemîn ya ji bo destûreke nû pêk bînin. Hêvî dikim ku di meha pêşiya me de ango di meha adarê de reşnivîsa destûrê amade be.”

Hêjayî gotinê ye ku beriya niha jî 6 civînên heyeta rejîma Sûriye û ya qaşo muxalefetê li Cenevreyê civînên ji bo amadekirina destûreke nû, pêk anîn. Her wiha hêjayî gotinê ye ku gelek aliyên muxalefetê û bi taybetî kurd li derveyî van hevdîtinan hatine hiştin. Wekî formalîte çend kes ji ENKS ya ku îradeya xwe teslîmî vê muxalefetê û Tirkiyeyê kiriye xistine nava heyetê da ku qaşo temsîla kurdan bikin. Her wiha kesên ku bi rastî serweriya herêmeke berfireh li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ji derveyî van hevdîtinan hatine hiştin.