Desthilata AKP-MHP’ê li aliyekî bi pêkanînên dermirovahî hewl dide civakê bitepisîne û li aliyê din jî bi derxistina qanûnan van pêkanînên xwe rewa bike. Herî dawî pêşnûmeqanûna înfazê di 14’ê tîrmehê de li Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê hat qebûlkirin. Ev biryar ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hat qebûlkirin. Piştre di 15’ê tîrmehê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Bi vê qanûnê mehkûmên ku heta 31’ê tîrmehê di girtîgehê de ne û 3 sal cezayê wan mane wê derbasî girtîgeha vekirî bibin û ji wir bên berdan. Li gorî qanûnê; di nav van mehkûman de kesên ku bi dehan kes kuştine, birîndarkirine, destdirêjiyên li ser jin û zarokan, sextekarî, dizî, talankirin, bertîl û tiryakî hatine mehkûmkirin hene. Bi vê qanûnê hewl didin mafên jinan û hemû civakê xesp bikin. Tevî vê yekê jî jin li dijî van kiryaran têdikoşin û di civaka demokratîk de bi israr in.
Der barê qanûna nû de parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mûşê Sumeyye Boz ji rojnameya me re axivî. Parlamenter Sumeyye Boz, diyar kir ku bi qanûna înfazê ya dawî hat derxistin wê rê li ber polîtîkayên şer vebe û wiha axivî: “Ev qanûn ji bo hin sûcan dê bibe sedema cudakariyê. Di heman demê de ev tê vê wateyê; mirovên ku bûne maxdûrên kuştin, birîndarkirin, destdirêjiya zayendî, îstîsmara zayendî ya zarokan, sextekarî, dizî, talan, bertîl û sûcên narkotîkê bi vê qanûnê bêhtir neheqî li wan hatiye kirin. Ev rewş bi taybetî li Kurdistanê dibe sedema kûrbûna polîtîkayên şer û berbelavbûna siyaseta bêcezakirinê. Ev jî tê wê wateyê ku hikûmet dê darazê wekî zextê li ser civakê bi kar bîne. Ev polîtîkayên berê nebes bûn bi vê qanûnê mafê parastinê yê jin û zorakan ji holê radike. Ango ji kêmasiyên polîtîkayên der barê jin û zarokan de nabe bersiv.”
Komkujiyên jinan gihîştiye qirkirinê
Boz, bi bîrxist ku di navbera salên 2010-2020’an de li Tirkiyeyê 2 hezar û 534, di çar mehên destpêka sala 2023’yan de jî 165 jin hatin kuştin û ev tişt anî ziman: “Em dizanin di daneyên fermî de tên xuya nakin jî hene. Di heyama dawî de sûcdar bi awayekî vekirî tên parastin, ji bo parastina sûcdaran jî qanûn tên derxistin. Êrîşên li dijî jinan, çewisandina darazê ya li ser jinên kurd, her wiha komkujiyên jinan gihîştine qirkirinê. Niha jinên berxwedêr ji ber sûcên siyasî wê di girtîgehê de bên girtin û yên ku li dijî jinan sûc bikin jî wê bi polîtîkaya bêcezakirinê bên berdan. Ev bêguman encamek e. Hikûmet û hevkarên wê bi hişmendiya dewleta mêr ji bo jinan xetereyên mezin e û hewl didin di hemû qadên siyasî, çandî, aborî û civakî de têxin meriyetê. Ev qanûn encama van polîtîkayan e.”
Jin li ber xwe didin
Boz, bi lêv kir ku jin li hemberî hemû zext û êrîşên dewletê bi vîneke bêhempa li ber xwe didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Helbet em li dijî van hemû polîtîka û pêkanînên mêr-dewletê dest ji têkoşîna xwe ya jinan bernadin. Li dijî vê hişmendiyê em ê bi mezinkirina têkoşîna jinan a rêxistinkirî têbikoşin. Di vê wateyê de banga me ji hemû jinan re ew e ku li dijî zihniyeta dewletparêz a mêr, bi tevlîbûna têkoşîna jinan a rêxistinkirî, têkoşînê mezin bikin.”