Beriya ku serokê parlamentoya Iraqê Muhemed Helbûsî û serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Berazî bi Muqteda Sedir re hevdîtinê bikin, serokê Feyleq El Qudusa a girêdayî Şoreşa Islamî ya Îranê Ismaîl Qanî çû serdana Hewlêrê.
Li gorî mamosteyê qanûna navdewletî yê zanîngeha Cîhan Muhened EL Cenanî, ji bo li hevkirina di navbera hêzên Iraqê serdana Qanî ya Hewlêrê wekî firsenda dawî ye. Îran naxwaze bêyî alîgirên wê hikûmeteke di navbera kurdan û sedir de were avakirin.
Bi vê serdanê dê Qanî hewl bide ku hikûmetek bi tevlêbûna hêzên din ên şîî were avakirin. Her wiha dibe ku ew hewl bide ku Berazî dest ji koalisyona bi Sedir re berde û hevpeymanekê bi hêzên din ên iraqî re bike.
Muhened EL Cenanî dibêje ku Qanî êdî dizane ku gelekî zehmete ew bikaribe Sedır qayil bike û bi aliyên din ên şîî re koalisyonê bike. Lewre jî em dibînin ku vê carê berê xwe daye kurdan û dixwaze wan ji hevgirtina bi Sedir re dûr bixe. Qanî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev hewldanên Qanî tê wê wateyê ku ew di hevdîtinên berê de bi ser neketiye û şîîyên alîgirên Îranê êdî li Iraqê ne xwedî hêz û bandor in. Ew yek nîşan dide ku rola Îranê ya li ser siyaseta Iraqê jî kêm bûye.”