Li gel berzkirina dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Şehîd nemir in” bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê cenazeyên Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Mihemed Hisên Mihemed, Riyad Hemo, Rênas Hemîd û Ferhan Temê li ser milên xwe rakirin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ya li taxa Meyselûn a Qamişloyê meşiyan.
Cenazeyên Aya El Sebawî û Faris El Faris jî li ser daxwaza malbatên wan, dê li goristanên gundên wan bên veşartin.