12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qadên rohnayiyê

Jiyan çandin û çinîn, an jî çinîn û çandin e, yanî mîna cotkariyê.

Çi jiyanî, çi aliyên jiyanê yên çandî-kulturî, çi siyasî, çi fizîkî, mirov dikare berfireh binirxîne.

Îca çend rûyên jiyane hene ku, serdest û bindestî bi xwe re girtîgeh ango zindanan dike rûyekî jiyanê. Tew li welatekî bindest, bibêje her mirovê berxwedêr û şiyar teqez bi girtîgeh ango zindadanan re rû bi rû dimîne. Lewra sekna li hember xwînxwarî-kedxwariyê tu derfetên din nade berxwedêr û şoreşgeran, serdest her tim ço bikartînin ango zilmê dikin. Ku mirov xwedî aqil, wijdan, dil û hestiyariya mirovîn be, teqez çend sal, bibejê hema zêdeyê emir di zindanan de dibihure.

Mirovên li zindanan mîna cotkaran zad naçînin û naçinin lê raman û tevgerên mirovîn diçinin û diçînin. Bawer bikin tovê mirovahiyê, mirovahiya şoreşger î azad, li zindanan tê reşandin û gul vedike. Lê ev pir ne hesan e; bi zor û zehmetî, bi dilop dilop helîna mejî, dil, hest, xwîn, can û bedenê ye û hilbet hilberîna wê azadî ye û bi rewşa wêjeyê; çi çîrok, çi helbest, çi roman jiyanê direnginîne, diguherîne.

Ku mirov bala xwe dide rewşa cîhanê; riya tevayên şoreşger û wêjekarên navdar di zindanan re derbas bûye. Wêjeya zindanê tim dibe tovê guherin û pêşveçûna civakê. Lewra li wira beden çiqas girtî be, raman jî ew qas azad e, yanî azadiya kelepçekirî dibe ronahiya jiyan û civakê. Van pêncî salên dawîn li welatê me Kurdistanê jî nivîskariya zindanê bûyê rûyê berxwedana li hember bindestiyê yê paqij û ronahî, ligel qelsî û kêmaniyan. Her çiqas niha ew qas qedr û qîmet nayê zanîn jî, jiyan û berxwedan eqs û bi inyad e, ew ê pêşeroj ligel van berxwedêrên zindanan û têkoşîna civakî ya azadiyê bibe pelê zêrîn ê dîrokê, dîroka mirovahiyê, dîroka me.

Îca îro li zindnan hê zêdetir pêkutî û zordestî heye. Salên dûvdirêj bi xwe re bêderfetî û nexweşiyan jî tîne. Ligel girtiyên nexweş, dibê dilê me bi nivîskarên zîndanan re be. Lewra ev ronahiya ûjdan in û ya civakê ne. Wek civak, ligel berxwedana ronahî û azadiyê divê dil, mejî û keda me li aliye nivîskarên zindanan be. Belkî niha ew ronahî ne şênber be lê di pêvajoyê û dema dahatûyê de dê ev dilqedirên nivîsê bêtir dê şewq bidin û dê bibiriqin. Wek her gelê bindest wêjeya me Kurdan jî sê şax e; wêjeya civakê ya nivîskari û rojnamegerî, ya zindanan û ya çiya.

Derfetên nirxandinê belbî bi pêş de zêde derkevin û li ser van nirxandinên jiyanî pêk bên. Lê îro divê dilê me zêde li aliye zindanan lê bide. Em bi her awayî bi wan re bibin rêheval, ne bi tenê Roja 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zîndadan de. Bi vê mebestê em rojnamegerên girtî jî ji bîra nekin û wan wek nivîskar bibînin û zextên dema dawîn a li ser rojnemegeran jî şermezar bikin.

Îca zindan qadên rohnayiyê ne, lewra li wira berxwedana li hember tariyê û ligel rohnahiyê heye. Serdest çiqas bi çar dîwar, qedexe, şopandin û têlên rêsayî zindanan rapêçin jî, rohnayî ew qasî tîr û stûr dibe. Mînak ku hûn çavên xwe bişid bigirin jî tê de navenda rohnayiyê heye û mejiyê mirov rohnî dide. Ma xeyal, sêwirandin, rêsan û axaftina dilovîn ne tev bi çavgirtî diafirin! Jixwe rastî jî wisa ye, tu çiqas çeperan li rastiyê bijidînî ew ê rohnayiya rastiyê zêde bibe û xwe bide der. A va rewşa zîndana Amedê û şewqa sê niftikên Mazlûmî wisa ye. Jiyan îbret, şahid, çêker û pêkhate ye. Ha mirov ne kor be, şewqa azadiyê dide her derê,  dide her ûjdan û dilê mirovîn ê perpitî.

Rohnayiya zindanan kî diafirîne û zêde dike, dike jiyanî; hilbet berxwedan-berxwedêr, bi çi; bi çalakî-tevger û nivîsîna dîrok, çand, û wêje ye; çi helbest, çi çîrok, çi bîranîn, çi roman. îca rohnayî dibe jiyana berxwedxanî û rê rohnî dibe; Berxwedan Jiyane. Ji ber ve nivîskarên li zîndanan û afirînên wan ne ji rêzê ne, belê weke min û te mirov in, ji goşt û hestî ne, lê dil û mejî navenda rohnayiya ji bonî jiyanê, civakê, dinya û gerdûnê ne. Ji bo vê hebûna xwe dihelînin û tev li jiyana berxwedêrî dikin; Çanda Berxwedanê diafirînin û dibin Hawara gel, civak, rastî û bindestan. Dibe ku mirov bibêje “de va di nav çar dîwaran de ne, ji civak û rastiyê dûr in.” Lê ne wisa ye! Divê mirov zane û ji bo wan hestiyar be. Dahatuyê, jiyanê diafirînin. Ma ne wêje wek havênê jiyanê ye û herî zêde ev havên di zindanan de tê meyandin.

Ew zarok, heval, jinheval, kek, dayik û heskiriyên me ne! Ew ruh û dilê me ne, dîlê neyar, dilê gel. çawa em li xak, ked, evîn û dilê xwe miqate bin; divê dilê me wisa ji bonî yên di zindanan de, nexasim ji bonî nivîskar, şoreşger û rojnamegeran, ji bonî rohnayiya zindanan ku ev rohnayî geş bibe; lê bide, bi hêvî, hezkirin, çalakî û lebatê.

Bi hêviya azadiyê û xebatên giranbiha em vê rojê deng û ûjdanê xwe derxin pêş ku azadî hê zêdetir bibiriqê.  Hê zêdeyî xebat û berxwedan!