16 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qada demokrasiyê mayînkirî ye

Bi înîsîyatîfa Birêz Abdullah Ocalan pengava “Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kir. Komîsyona Meclîsê hate avakirin û hêvî heye ku tevahiya mayînên li qada demokrasi werin paqijkirin. Divê civak, dînamîkên demokrasiyê, saziyên mafên mirovan, saziyên jinan, ciwanan, kesayet û her aliyên civakê û medya azad, mudaxalekar bin.

Li Tirkiyê diyalektîka dîroka civakî  mayinkirî ye. Dewleta Enqereyê, ne tenê tixubên navbera xwe, Suriye, Iraq û Îranê  bi mayînan têl kiriye û dîwar lêkiriye. Bi mandelekirin û derewan hafizeya civakan jî dorpêç kiriye. Ev rewş, ji “tahakkum”ê zêdetir, felckirin e.

Bi têkoşîna Tevgera Kurdan a nîvsedsalî ev dorpêç hate parçekirin û pêngaveke dîrokî hate destpêkirin. Dîsa jî zimanê generelên teqawîtkirî û kesên xwedî tîtra “prof”tiyê,  di ekranên televizyonan de, weke papaxanan diaxivin. Generalên teqawît dersan didin û peysajên ji dîroka çêkiri dubare dikin. “Prof.”ên papaxan jî,   bi zimanekî sar, lê bi heyecaneke mezin, sîstema netewparêzî, yekparêzî, di çarçoveya organîzmaya ajalî de vedibêjin.

Di encama pêngava dîrokî de, Komîsyona  Meclîsê hate avkirin. Dîsa jî zimanê cihêkarî nehatiye terkkirin. Avakirina vê komisyona li meclisê, di dîroka dewleta Enqereyê de, gaveke dîrokî ye û  berhemê têkoşîna nîvsedsalî ye.

Di navê Komîsyonê de, gotina “netewî” heye û li gorî agahiyan, ev gotin bi israr hatiye daxwazkirin. Di dema avakirina Dewleta Enqereyê de jî paşayên Îttîhat û Terakkî, di gotina “Turk” de israr kirin. Gotina “netewe” bingeha netewe-dewletan e. Paşayên dewşirme, ev siyaset baş bikar anîn. Gotina ‘Turk’ û ‘netewekirin’ yek û di vê yekbûnê de, nijadperestî kirin bingeha sîstema tevahiya dewletên Rojhilata Navîn. Bi vê yekê despotîzmek ava kirin. (Mudaxeleye sergirtî, li HTŞa Şamê mînak e.)

Despotîzma netewparêzî jî tê wateya qutkirina şahdamarê gelan! Tê  wateya kuştina diyalektîka dîroka civakî. Ev jî tirsa ji gelan û demokrasiyê ye. Hebûna  gelan û diyalektîka dîroka civakî tê wateya demokrasiyê. Netewe-dewletên li Rojhilata Navîn ji demokrasiyê ditirsin û ev qada pîroz mayîn kirine.

Rêber Abdullah Ocalan,  her çiqasî navê çînê navendî bide jî, ji bo vê sîstemê, gotina ‘kanserolojîk’ bikar tîne. Dewletê jî weke amurê (aygit) ku tixuban nasnake binav dike. Nenasiya tixuban, tê wateya têkbirina  exlak, nirx, pîrozî, maf, hiqûq, çand û rûmetê.

Vêca eger,  di Komisyona Meclîsê de; gotina, ‘Neteweyî, di  wateya netewparêziya hişk de, weke îdeolojiya mandelekirin û tunekirinê werê bikaranîn, hingî, dîzaynkirina nû ya dewletê û çareseriya meselaya Kurdan, wê “qaduk” bimîne.

Ji bo ku dizaynkirina nû bi rêk û pêk û li gorî, ‘xwişkûbiratî û demokrasiyê” were pêkanîn, divê saziyên civakî, saziyên mefên mijrovan, hemû dînamîkên demokratîk, mirovên aqîl, rewşenbîr,  rojnameger, hunermend, jin û ciwan, mudaxelekar bin.  Êdî hatiye fêhmkirin ku organîzma dewletê  înorganîk e. Kur e, her dem birçî ye, wek hûtê ku her tiştî diqurpînê ye. Birêz Abdullah Ocalan vê sîstemê weke “dînozor” binav dike.

Dînozor jî têr naxwin, her dem birçîne. Parêzvanê sîstema înorganîk jî artêş in. Artêş organîzmeyeke betal, atil û ajalî ye. Li Tirkiyeyê, her çiqasî gotina “parêzvan” werê bikaranîn jî, artêş di destûra bingehîn de weke xwediyê dewletê tê binavkirin. Ji bo vê jî, artêşê her dem nirxên pîroz, demokrasî, hiqûq, komar, mafên mirovan, mafên civakan, nunertiya gelan parlamento “mulga”  kirine, sistema ceberrûd ku gelan dike çaker-kole parastiye.

Bêguman, sîstema li cîhanê yek e û bi navê “global” tê binavkirin. Lê sîstema li Tirkiyeyê, ji vê sîstema global cuda ye. Her çiqasî hêzên global, bingeha netewe-dewletên Rojhilata Navîn danîbin jî, sîstema paşayên dewşîrme ya pençîk-lejyoneran e. Ji “mustemlekeya klasik” cuda ye û li tevahiya dewletên herêmê hatiye rûnandin. Wateya komarê, ji wateya cemawerî hatiye derixsin, qada mafên mirovan, çanda gelan, hiqûq û edalet jî hatiye mayinkirin.

Gelê Kurd, Tevgera Azadiya Kurd, nîvsedsal e ku ji bo paqijkirina vê qadê ji mayînan, berdêlan didin. Di encamê de, bi înîsîyatîfa Birêz Abdullah Ocalan pêngava “Aştî û Civaka Demokratîk” hate dest pê kirin. Komîsyona Meclîsê hate avakirin û hêvî heye ku tevahiya mayînên li qada demokrasiyê werin paqijkirin.

Lê, cudahiyek û tirsek  heye! Li gorî agahiyan, wê di cîvînên pêş de Serokê MÎTa Tirk, Serfermandarê Artêşa Tirk û Wezîrê Karê Parastinê, biaxivin. Ev hêzên ku qadên demokrasî û mafên civakan mayinkirine ne û wê axaftinên xwe di rengê “birîfîngê” de bikin. Lê gelo, wê ji bo muxatabên aliyê din yê aştiyê, derfet bê dayîn ku di komîsyonê de biaxivin?

Pirs girîng e û li benda bersivê ye.

Dibêjin, belkî komisyon biçe Îmraliyê û bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan bike. Divê gotina “belkî” ji holê bê rakirin û mercên Abdullah Ocalan bêne başkirin û ew bikaribe bi awayekî azad bi her kesî re, bi her alî re hevdîtinan bike.

Tovê belkî şîn nabe

Gelek ji kesên di komisyonê de cih girtine, der barê meseleya Kurdan de, der barê civakan û siyaseta li Tirkiyeyê de “aqîl” in, di endezyariya dîzaynkirina civakî  de xwedî hiş û ramanên pêşketî ne.

Ev jî dê bandorê li biryarên komîsyonê bike. Ew ê li dijî otroriteya dewlet û desthilatdariyê, di avakirina aştî û civaka demokratik de rolek giring bilîzin. Ji bo vê jî hêvî hene ku gotina “belkî” ji holê bê rakirin. Tovê demokrasiyê şîn bibe. Dîsa jî divê civak, dînamîkên demokrasiyê, saziyên mafên mirovan, saziyên jinan, ciwanan, kesayet û her aliyên civakê û medyaya azad, mudaxalekar bin.

Hingî wê  netewe-dewlet veguhere rêxistiniya civaka demokratîk.