Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi munasebeta rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de (4’ê Nîsanê), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Komîngeha Şehîd Gulê Selmo ya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê semînerek da.
Endamên komîn û meclisan di semînerê de amade bûn. Endama PYD’ê Zeyneb Elî li ser jiyana Rêber Ocalan axivî û got: “Rêber Ocalan li Riha di 4’ê Nîsana 1949’an li gundê Amarayê ji dayik bû. Rêber Ocalan fakulteya hiqûqê li Zanîngeha Stenbolê xwend, piştre li Zanîngeha Enqereyê zanîstên siyasî xwend.”
Zeyneb behsa qonaxên damezirandina PKK’ê, qonaxên veguherîna PKK’ê ber bi têkoşîna çekdarî ve û pêşniyarên Abdullah Ocalan ên ji bo çareserkirina dozên rejîmên desthilat kir.
Zeyneb her wiha qala Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan û têkoşîna gelên Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir.