Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê, bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî û girîngiya yekitî û aştiya naxweyî, civînek li dar xist. Civîn li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, bi amedbûna bi dehan şênî, endamên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û serokên eşîran hat lidarxistin.
Hevseroka PYDê Perwîn Yûsif di civînê de axivî û diyar kir di vê qonaxê de li Sûriyeyê pêşketinên bilez diqewimin. Hewldan hene ku pêkhateyên civakî paşguh bikin, ji bo vê jî divê gel xwe bi rêxistin bike û têkoşîna xwe bilindtir bike. Perwîn Yûsif bi hezaran şehîdan ji civakên cûda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr anîn û got, “Rêya şehîdan dê ji bo me bibe çirayek heta ku azadî û rûmet bi dest bikeve.”
Perwîn Yûsif banga xurtkirina jiyana hevbeş û xwişk û biratiya di navbera gelan de kir, da ku Sûriyeyek nû, dadperwer û demokratîk ava bibe.
Hevserokê PYDê li kantona Cizîrê Ebdilxenî Oso jî banga hevgirtina gel kir û bal kişand ser girîngiya aştiya navxweyî di nava beşên civakê de.
PYDê her wiha li bajarê Holê jî civîneke berfireh li dar xist. Bi dehan şênî, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û rûspiyên herêmê amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê hevseroka PYDê ya bajarê Hesekê Zehra El Elî axivî û bal kişand ser xetereya destwerdanên derve yên ku dixwazin şerê mezhebî li Sûriyeyê gur bikin. Zehrayê li hember êriş û xeteriyan banga rêxistina civakî, pêşxistina komînan, û hevgirtina hemû pêkhateyan kir.
Hevseroka Ofîsa Rêxistinî ya PYDê Valentîna Ebdo diyar kir ku hêzên derve dixwazin pargala civaka Sûriyeyê parçe bikin û modela jiyana hevbeş têk bibin. Valentîna bal kişand ser komkujiyên ku vê dawiyê li peravên Sûriyeyê û Sawêdayê hatine kirin û diyar kir ku ew komkujî bi ramanca parçekirina civakê hatine pêkanîn. Valentînayê diyar ku Projeya Neteweya Demokratîk tekane rêya pêkanîna aramiyê li Sûriyeyê û avakirina pergalek demokratîk a berfireh e.