Berdevkê serokdewletê Rûsyayê Dîmîtrî Peskov ji rojnamegeran re axivî û got: “Pûtîn amade ye. Em li benda agahiyekê ne. Her kes amade ye.”
Serokê DYAyê Donald Trump roja pêncşemê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew amade ye tavilê bi Pûtîn re hevdîtinekê pêk bîne. Lê têkildarê navaroka hevdîtinê Peskov de tu agahî neda.
Trump li Oval Ofîsê bi daxuyaniyekê ji rojnamegeran re got: “Min bihîst ku Pûtîn dixwaze bi min re hevdîtinê bike. Em ê di dema herî nêz de hevdîtinê bikin. Her roja ku hevdîtina me dereng dikeve, li qada şer leşker tên kuştin” û vî şerî weke şerekî dûrî aqilane pênase kir.
Serokdewletê Ûkraynayê Volodymîr Zelensky jî got: “Ew ji bo muzakereyê amade ne.”