Danişîna 7’yemîn a doza Malbata Şenyaşar a ku ferdên wan ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin hat lidarxistin. Danişîn li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê pêk hat.
Ji dozê 4 jê girtî 30 kes tên darizandin. Fadil Şenyaşar ê girtî ji Girtîgeha Xarpêtê û brsûcên din Enver Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz jî ji girtîgehên lê girtîne bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.
Emîne Şenyaşar û kurên xwe parlamenter Ferît Şenyaşar û Mehmet Şenayşar di danişînê de amade bûn. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û gelek parêzeran dozê şopand.
Emîne Şenyaşar xwest lawê wê Fadil bê berdan. Mehmet Şenyaşar jî diyar kir ku bav û du keke wî hatine qetilkirin û xwest kekê wî yê girtî bê berdan.
Parêzerê malbata Şenyaşar Serhat Kurt axivî û xwest miwekîlê wan Fadil were berdan. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol jî axivî û destnîşan kir ku miwekîlê wan Fadil Şenyaşar di êrişê de mafê xwe yê rewa bikar aniye û divê çalakiya wî di çarçoveya mafê xwe yê rewa de bê nirxandin û xwest were berdan.
Parêzerên malbata Şenyaşar xwestin li waliyê wê demê û midûrê polîsan ê navçeyê yê wê demê û Wezîrê Çandiniyê yê wê demê Ahmet Eşref Fakibaba were guhdarîkirin. Dadgehê daxwaza parêzeran a guhdariya li wan kesên navborî red kir û der barê bersûcan de jî biryara berdewamiya girtinê da. Danişîn taloqî 18’ê cotmehê hat kirin.
Têkildarî helwesta dadgehê û biryara redkirina daxwazên parêzeran Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Prz. Sevda Çelîk Ozbîngol nirxandin kir.
7 sal in lêgerîna edaletê didome
Prz. Sevda Çelîk Ozbîngol, anî ziman ku 7 sal di ser komkujiya malbata Şenyaşar re derbas bû û wiha got: “7 sal in malbata Şenyaşar li edaletê digerin. Emîne Şenyaşar ku 2 kur û hevjînê wê hatin qetilkirin Nobeda Edaletê ku li Rihayê dest pê kir, bir Enqereyê û li Enqereyê berdewam dike. Pêvajoya daristanê jî ji Rihayê şandin Meletiyê. Em jî wekî parêzer ji Rihayê li dû dozê çûn Meletiyê.”
‘Dixwazin ser rastiyê bincil bikin’
Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, destnîşan kir ku demek dirêj der barê dosyaya dozê de biryara veşartinê dan û xwestin doz neye xuyakirin û ev agahî dan: “Demek dirêj e ev darizandin didome. Bi dirêjkirina pêvajoya darizandinê, dixwazin lêgerîna edaletê ya parêzer û malbatan asteng bikin. Dixwazin ser rastiyê bincil bikin. Lê israra nobeda edaletê û piştevaniya kesên piştgirî dan malbatan destûr neda ku ser rastiyê bê girtin û nehişt ku malbat ji lêgerîna edaletê vegerin.”
‘3 kes li ber çavan kuştin’
Prz. Sevda Çelîk anî ziman ku li ber çavê polîsan personelên îdarî ji malbata Şenyaşar 3 kes hatin qetilkirin û wiha berdewam kir: “Li ber çavê personelên îdarî ji malbata Şenyaşar 3 kes bi awayekî hovane hatin kuştin. Kesên êrîş pêk anîn û wekilê îktîdara heyî derfetên cemaweriyê bikar anîn û demek dirêj nehatin darizandin. Demek pir dirêj tenê ji malbata Şenyaşar Fadil Şenyaşar hat girtin û hêj girtî ye.”
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Prz. Sevda Çelîk Ozbîngol da zanîn ku piştî darizandina 4 salan hêj nû nû, aliyê komkujiyê yên li nexweşxaneya dewletê anîn rojeva dadgehê û wiha lê zêde kir: “Piştî der barê komkujiya li Nexweşxaneyê doz hat vekirin, me dît ku delîl reş kirine û tune kirine. Dîmen xera kirine. Me dît ku lêpirsînek berfireh û kûr nemeşandine. Tevî ku daxuyaniyên gelek şahidan hebûn jî û gelek delîl hebûn jî bersûv nehatin binçavkirin û nehatin girtin. Kesên xwedî derfetên cemaweriyê ne, kesên êrîş pêk anîne.”
‘Dixwazin bikin doza kujer nediyar’
Sevda Çelîk Ozbîngol herî dawî destnîşan kir ku ya rastî êrîşê hatin malbata Şenyaşar e û wiha bi dawî kir: “Dixwazin vê dozê berovajî bikin. Dixwazin ser dozê bigirin û rastiyê veşêrin. Vê doza ku kujer û bersûcê wê diyar in, hewl didin ku bikin dozek kujer nediyar. Di vê pêvajoya dozê de gelek dozger û heyetên dadgehê hatin guhertin. Herî dawî heyetek din hat guhertin.
Heyeta dawî hemû daxwazên me red kirin. Li gorî dosyayê Fatil Şenyaşar ku hewl da xwe û malbata xwe biparêze û demek dirêj e girtî ye, tevî hemû delîlan nayê berdan. Li gorî zagonê li gel divê be berdan jî dîsa berdana wî red kirin. Me xwest Waliyê Rihayê Abdullah Erin wezîrê Demê Ahmet Eşref Fakibaba wekî şahid bên guhdarkirin. Lê ev daxwazên me jî red kirin. Bi daxwaza amadekirina mutalayê doz taloqî 18’ê Cotmehê kirin.”