10 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Prz. Rengîn Ergul: Şertên li Îmraliyê îşkence ye

Parêzer û endama OHDê û MAF-DADê Rengîn Ergul, diyar kir ku Tirkiye mafê azadî û heviyê yê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan binpê dike û got: “Parastina mafê Abdullah Ocalan parastina mafê hemû girtiyan e. Şertê Îmraliyê şertê îşkenceyê ye. Divê qanûnan biguherînin." 

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji 15ê Sibata 1999an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi taybetî ji sala 2020an heta 2024an di tecrîdeke mutalaq de hat girtin û bi tu awayî agahî jê nehat girtin. Lê tevî tecrîda giran, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina 23ê Cotmeha 2024an de diyar kir ku şert û merc bêne avakirin dikare pirsgirêkê çareser bike. Dîsa di hevdîtina 22ê kanûna 2024an de nexşerêya çareseriyê pêşkêşî Tirkiyeyê kir. Îro tê payîn ku Abdullah Ocalan bi rêya şandeyê peyameke dîrokî bi raya giştî re parve bike. Çavê hemû kesan li peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a di saetên êvarî de bi raya giştî bê parvekirin e.

‘Şertê Îmraliyê şertê îşkenceyê ye’

Endama OHD û Endama MAF-DARê Rengîn Ergul li ser şertên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, mafê hêviyê û mevzûatê ji bernameya Mijarek û Mêvanek a Rojnameya Xwebûnê re nirxandin kir û got: “Ji roja girava Îmraliyê hatiye avakirin û heta îro şertên ku Rêber Abdullah Ocalan têde, şertê îşkenceyê ye. Şertê binpêkirina mafên mirovan e. Li gorî zagonên Tirkiyeyê, li gorî zagonên ceza û înfazê binpêkirina mafan e. Her çiqas di mehên dawî de şande biçin Îmraliyê jî hîna parêzer û malbat nikarin biçin hevdîtinê. Ev jî dibe sedem ku mafên Birêz Abdullah Ocalan ên siyasî, civakî û hiqûqî bên binpêkirin.”

Divê şertên Abdullah Ocalan li gorî peymana navneteweyî bên rastkirin

Prz. Rengîn Ergul da zanîn ku dewlet mafê Birêz Ocalan binpê dike û wiha axivî: “Wekî girtiyekî siyasî mafê Birêz Ocalan tê binpêkirin. Lê birêz Ocalan ji kesekî zêdetir rolek wî ya di nava civakê de heye. Gel wî wekî nûnerê xwe û muxatabê xwe qebûl dike. Ji ber civak wî ji bo xwe rêber qebûl dikin, divê teqez şert û mercên wî bêne rastkirin. Divê şert û mercên Birêz Ocalan hem li gorî qanûnên Tirkiyeyê û hem jî li gorî şertên navneteweyî bêne rastkirin. Di vê demê de divê teqez şert û mercên Birêz Ocalan li gorî peymanên Naventeweyî bêne guhertin.”

Tecrîd binpêkirina mafên mirovan e

Parêzer Rengîn Ergul da zanîn ku tecrîda di şertê muebeta giran de berdewam dike û wiha axivî: “Ev tecrîda îro li Îmraliyê berdewam dike, li gorî qanûnên Tirkiyeyê jî tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Divê di serî de Tirkiye wekî girtiyekî bigire dest. Mafê girtiyekî siyasî yê qanûnî û hiqûqî çibe, divê van mafan biparêze û bi cih bîne. Muebeta giran tê wateya ku heta sax be jî divê di girtîgehê de be. Ev jî li gorî Dadgeha Mafên Mirovan binpêkirina mafê hêviyê ye. Divê her girtiyekî ku cezayê muebeta giran lê hatibe birîn ji mafê hêvîyê sûdê bigire. Cezayê muebeta giran li dijî qedexekirina îşkenceyê ye. Divê îşkence qedexe be. Lê bi cezayê muebeta giran îşkence tê kirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) di îlona 2014an de ji bo Birêz Abdullah Ocalan biryara mafê hêviyê derxist. Li gorî vê biryarê divê Tirkiye mecbûr zagonên xwe biguherîne. Dema ev zagon bênê guhertin jî rê li pêşiya azadiya fizîkî vedibe. Lê Tirkiye hîn zagonên xwe neguhertiye.”

‘Divê mafê hêvî û azadiyê bê parastin’

Parêzer Rengîn Ergul li ser nêzîkatiya Tirkiyeyê ku di neguhertina mafê hevîyê de israr dike û nêzîkatiya Konseya Ewropa ya li dijî Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “DMMEyê di mafê hêvîyê de tenê Tirkiye mahkûm nekiriye. Gelek welatên ewropa jî mahmuk kiriye. Van dewletên ewropa ku hatine mahkumkirin jî gav avêtine û zagonên xwe guhertine. An jî van dewletan bi awayekî defokto mafê muebetê ji holê rakiriye. Li gorî biryara DMMEyê divê rêya azadiyê bê vekirin û mafê heviyê bê parastin. Divê hem di zagonan de maf hebe, hem jî di aliyê fîîlî de ev maf hebe.”

‘Konseya Ewropa erka xwe pêk neani’

Prz. Rengîn Ergul, da zanîn ku li gorî biryara DMMÊ divê kes di bin tecrîdê de û heta heta girtî nemînin û wiha lê zêde kir: “Lê heta niha dewleta tirk tu gav neavêtiye û zagonên xwe neguhertine. Piştî biryara DMMEyê erka Konseya Komîteya Wezîran a Ewropayê ew e ku biryaran bişopîne. Binere ku dewlet van biryaran pêk tîne an na? Ev biryar ji 2015an ve di rojeva Komîteya Wezîran de ye. Lê heta niha Konseya Wezîran erka xwe ya li dijî Tirkiyeyê pêk neanîye. Salek berê di îlonê de civînên Konseya Ewropa pêk hatin. Di vir de ji bo mafê hêviyê salek dem dan Tirkiyeyê. Biryarek erênî ye, lê 9 sal dereng ev biryar dane. Konseya wezîran jî divê di serî de wextekî bide dewletan û li gorî wê biryarê bişopînin. Heta niha erkax we pêk neanîbû û zext li ser Tirkiyeyê nekiribûn. Lê di civîna dawî de dem dan Tirkiyeyê. Erênî ye. Lê dereng mayî ye. Ev qeyrana mafên mirovan hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Neteweyên Yekbûyî derbas dibe. Di sedsala dawî de ji aliyê mafên mirovan ve qeyranek heye.”

‘Ji bo muzakereyan divê mafê hêviyê bidin’

Prz. Rengîn Erglu, destnîşan kir DMMEyê di serî de ji bo Birêz Ocalan ev biryara mafê hêviyê daye û ev agahî parve kirin: “Mafê Hêviyê ne mafê muzakere û mafê bazarê ye. Ji bo em karibin qala muzakereyan bikin, divê ewil mafê hêviyê pêk bînin. Ji bo ev maf bê parastin divê zagon bê guhertin. Ev mafekî hiqûqî, qanûnî, civaki, siyasî û rewa ye. Ji bo muzakere û diyalog dest pê bikin divê berî her tiştî mafê heviyê têxin meriyetê. Şertê heyî şertê înkenceyê ye. Şertê îşkenceyê bi tu awayî û tu demê nayê qebûlkirin. Di rewşa awarte û rewşa şerte bi tu awayî îşkence nayê qebûlkirin. Dewlet mecbûr e mafê kesan biparêze. Ji bo wê divê zagonên xwe biguherîne. Ne ji bo bazarê, ji bo muzakereya demokratîk divê di serî te teqez zagonan biguherînin û hemû mafên pêkhateyan bêne parastin.”

‘Di şexsê Abdullah Ocalan de mafê 4 hezar girtî binpê dikin’

Prz. Rengîn Ergul li ser aliyê hiqûqî yê înkenceyê jî rawestiya û wiha got: “Birêz Abullah Ocalan di bin tecrîdek giran deye. Dibe ku Wezîrê Dadê îstatîstîkan bi me re parve nake. Lê di civîna navneteweyî de mecbûr man ku hinek îstatîstîk parve kirin. Li gorî daxuyanî û raporên wan nêzî 4 hezar girtiyên siyasî li Tirkiyeyê rastî cezayê muebeta giran hatine. Zêdetirî 4 hezar kesên ku cezayê muebeta giran li wan hatiye birîn jî kurd in. Ev ciwan bi piranî li Nisêbîn, Cizîr, Sûr û bajarên din hatin girtin. Di bin çavan de îşkence li wan hat kirin. Ciwanên ku di şerê bajaran de hatin girtin tevan cezayê muebeta giran xwarine. Hem îşkenceya fizîkî li wan hat kirin û hem jî cezayê muebeta giran xwarine. Ev jî tê wateya ku li dijî 4 hezar girtiyên siyasî qedexeya îşkenceyê binpê dike û rê li pêşiya îşkenceyê vedike. Tirkiye vê yekê jî bi hinceta Abdullah Ocalan rewa dike. Lê parastina mafê hêviyê yê Birêz Ocalan tê wateya parastina mafê hêviyê yê hemû girtiyan. Hemû parastina mafan bi hev ve girêdayî ne.”

‘Tirkiye zagonên xwe binpê dike’

Rengîn Ergul li ser mijara mevzûatê jî rawestiya û wiha berdewa kir: “Di demek nêzîk de Komîteya Wezîran li ser serlêdana parêzeran, biryar da ku Tirkiye mafê hêviyê yê Birêz Abdullah Ocalan binpê dike û xwest bi lez rêya hevdîtinê vekin. Dîsa di demek nêzîk de CPT di rapor û biryarên xwe de navê girtiyên li Îmraliyê nivîsî. Ji Tirkiye xwest demildest deriyê Îmraliyê vekin. Ev saziyên ku em wan rexne dikin, ji Tirkiyeyê xwest ku dawî bi binpêkirina mafan bîne û deriyê Îmraliyê veke. Dewleta Tirk hemû zagonên der barê mafê girtiyan de li Îmraliyê binpê dike. Berê digot koster xerab e. Şertên hewayê ne guncav in. Niha jî dibêje ‘Cezayê dîsîplînê’ heye. Li gorî qanûnênn navneteweyî nikare li ser hev cezayê dîsîplînê û cezayê hucreyê bide. Ev qedexe ye. Girtî di hucreyê de be jî mafê wî yê bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike heye. Dewleta Tirk qanûnên xwe jî peymanên navneteweyî jî binpe dike. Mevzûat ji bo dîmenan astengiyan dernaxe. Ez dikarim xal bi xal bibêjim li Îmraliyê kijan maf binpê kiriye. Rejîma Îmraliyê rejîma awarte ye. Ji roja ewil heta niha roja awarte heye. Di demên dawî de tecrîda mutlaq heye. Em bi tu awayî ji Birêz Abdullah Ocalan agahî nagirin. Em dizanin çawa dijî.”

‘Divêrêya muzakere û diyalogê vekin’

Rengîn Ergul herî dawî li ser reyên çareseriyê jî rawestiya û wiha got: “Divê berî her tiştî li gorî zagonên xwe tev bigere û zagonên asteng jî biguherîne. Divê rêya hevdîtinan veke. Di demek nêzîk de bi guhertina zagonan mafê hêviyan veke. Gelê kurd her tim diyar dike ku muxatab Birêz Ocalan e. Ji bo vê yekê divê rêya muzakere û rêya diyalogan veke.”