19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Provokasyonên bi hevkariya PDK-Tirkiyeyê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Êrîşên dewlata tirk yên li dijî başûrê Kurdistanê dewam dikin. Ev êrîşên piralî rastî berxwedana gerîlayên HPG û YJA‐Starê hatin. Dewleta tirk ya ku li dijî gerîla nikare li herêmê bigihêje armanca xwe ya dagirkeriyê, bi hevkariya PDK’ê, dixwaze ji van êrîşan encam bigire.

Di emcama vê hevkariyê de PDK di 5’ê hezîranê de hêzeke leşkerî sewqî herêma Metîna kir. Konvoya hêzên taybet ên KDP’ê ku ber bi herêmên gerîlayan ve diçû li Metîna rastî êrîşê hat, di encama êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn. Di heman rojê de, artêşa tirk bi SİHA’yan êrîşê wargeha Penaberan a Mexmûrê kir. Bêgûman ev êriş ne tesadufe, bi sewqiyata ber bi Metînayê ve girêdayî ye.

Ji ber vê yekê mirov dikare bêje êrişên dagirkeriya dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê di 5’ê hezîranê de derbasî qonaxeke nû bû. Li dijî vê hevkariya PDK’ê li çar aliyên Kurdistanê bertekên tund pêşketin. Di serî de siyasetmedarên başûrê Kurdistanê û gelek aliyan, ev hevkariya PDK’ê rexne û şermezar kirin.

Siyasetmedarên ku rewşê dinirxînin van provokasyonan wek hewildanên dewleta tirk ên ku dixwaze hêzên Başûr li dijî gerîla têxe şer, dinirxînin. Ji bo hêzên herêmî neyên vê lîstika dewleta tirk jî hişyarî dikin.

Lê belê di vê demê de tevî van hamû hişyarî û nerazibûnan jî rêvebiriya PDK’ê têkiliyên xwe yên bi dewleta tirk re qut nekirin. Di bingeha vê hevkariyê de hevdîtinên di meha borî de bi beşdariya Wezareta Pêşmerge û Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê, fermandarên tirk û endamên MÎT’ê du hevdîtin pêk anîn. Hevdîtina yekem li baregeha leşkerî ya tirk a li Batûfa û ya din jî li herêma Barzan pêk hat.

Derket holê ku li gorî plansaziya hat çêkirin dê li herêma Boselê 2, li herêma Derkarê 2 û li silsileya Kerê jî 4 noqteyên leşkerî werin avakirin. Bi vê plansaziyê ve ji PDK’ê hat xwestin
ku li herêma Metîna, Girê Ortê, Qela Saddam û li sêkoşeya gundê Brîfka wê baregehên nû ava bike.

Ev baregeh li gel meşandina xebatên îstîxbarî wê bixwazin qadên gerîla dorpêç bikin. Ji xwe ev demek dirêje li herêmê PDK agahiyên îstîxbaratî bi PDK’ê re parve dikin. Bingeha îstixbarata êrişên hewayî ên li dijî Mexmûr, Şengal û herêma Metînayê bi hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re pêş dikeve. Bêgûman hevkar û berpirsiyarê van komkujiyên li başûrê Kurdistanê pêk tên rêvebiriya PDK’ê ye.Êrîşên dawî ên li dijî pêşmergeyan û êrîşa li ser Mexmûrê jî provokasyoneke KDP‐Tirkiyeyê ye.

Armanca van êrîşan jî ew e ku bi israr dixwazin PKK’ê bikşînin ser xeta şerê “navxweyî”. Ji bo di vê mijarê de bigihêjin armanca xwe jî gelê Başûr û peşmergeyan jî wek amûrekî
bi kar tînin.

Ji bo di vê polîtîkaya xwe ya şer de biser bikevin di nav hewildanên ku gelê Başûr bi birçîbûnê terbiye bikin de ne. Nedayîna mûçeyên gel, qutkirina alîkariya civakî û xizmetgu‐zarî bi vê polîtîkayê ve girêdayî ye. Ji bo êrîşa li dijî konvoya PDK’ê, HPG bi awayekî fermî banga lêkolînê kir. Bi vê bangê re girêdayî divê li herêmê nexşeya hereketa balafirên ar‐têşa tirk destnîşan dike jî bê lêkolînkirin. Dîsa di dema ku êrîş pêk hatiye de balafirên kîjan welatî li ser esimanên herêmê difiriyan divê bê lêkolînkirin û ji raya giştî re bê aşkera
kirin.

Ji ber ku di tevahiya sehaya hewayî ya Iraqê de balafir û radarên keşfê yên Amerîkayê dixebitin, haya wan ji hemû liv û tevgera hewayî hene. Lewma di vê mijarê de di kêliyên ku ev êrîş pêk hatine balafirên keşfê ên artêşa tirk li herêmên hebûn an nebûn dikare bi hêsanî bê zelal kirin.

Bêgûman armanca hêzên navneteweyî yên ku ji bo provokasayonên PDK’ê û dewleta tirk qada hewayî vekirine li gor berjewendiyên xwe Kurdistanê û Rojhilata Navîn dîzayn
kirin e. Wisa diyar e ku hêzên nevneteweyî PKK’ê li pêşiya dîzaynkirina herêmê asteng dibînin. Lewma dema mirov vê polîtîkayê li ber çava digire hewildanên tasfiyekirin ango lewazkirina Tevgera Azadiyê hîn baştir tên famkirin.

Li aliyê din siyasetmedarên ku van provakasyonan wekî siyaseta dewleta tirk a domdirêj ya ku hêzên Başûr bixe nav şerê li dijî PKK’ê dinirxînin û ji bo ku xwîna navxweyî neyê rijandin jî hemû aktoran hişyar dikin. Piştî hewildanên provokatîf ên PDK’ê bi pêşengiya Partiya Komunîst a Kurdistanê li Hewlerê pêşberê avahiya parlamentoya herêma Kurdistanê çalakiyek protestoyî li dar xistin.

Di çalakiyê de Partiya Komunîst a Kurdistanê daxuyaniyek da û got: “Em hêvî dikin ku her kes li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker bibe xwedî helwest û em doza derxistina
dewleta tirk ji başûrê Kurdistanê dikin.”

Li ser zêdebûna bertekan cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talabanî jî daxuyaniyeke nivîskî dabû û gotibû; “Mafê kesî tuneye ku berê gelê me bidin ber
kişandina êşan.”

Ev mijara her ku diçe germtir dibe di rojave hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî de jî bû. Lahor Şêx Cengî bi fermandarê pêşmergeyan re rûnişt û di civînê de ev peyam da. “Bi tu awayî nebin aliyekî şerê navxweyî.” Di dewamê de Lahor Şêx Cengî dide diyarkirin ku xwîna di navbera kurdan de birije dê zirarek mezin bide gelê kurd û herêmê.

Li ser hewildanên provokatîf ên PDK û dewleta tirk, PKK’ê jî daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de tê gotin ku bi zanebûn nûçeyên gerîla êrîşî hêzên PDK’ê kiriye tên ser‐
vîskirin. Ji xwe tu delîlên ku gerîla êrîş kiriye jî li ber destan nîne.

Di encama van pêşketinan de tişta ku tê dîtin bi hevkariya PDK’ê dewleta tirk dixwaze îradeya kurdên azad ji holê rake. Divê hemû aliyên xwedî nirx û wijdan xwedî li destkef‐tiyên gelê kurd ên ku di bedêla êşên mezin de hatine bidestxistin, derkeve. Ev erkekî niştimanî û sereke ye. Şerekî di nav kurdan de wê li her çar parçeyên Kurdistanê deskeftiyên kurdan tune bike.