Berdevka TAJÊ Riham Hico anî ziman ku ji ber ku hemû projeyên desthilatdaran di Şengalê re derbas dibin êrîşî Şengalê dikin û naxwazin Şengal xwe bi xwe bi rê ve bibe û parastina xwe bike.
Êrîşên Dewleta Tirk a li dijî Şengalê didomin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Şengalê name ji bo Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, CPT, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê re şandin. Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Riham Hico êrîşên li ser Şengalê ji rojnameya me re nirxand.
Berdevka TAJÊ Riham Hico anî ziman ku êrîşên li ser Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin ne êrîşên nû ne û got: “Mirov ne xerîbên van êrîşan e û mirov pir matmayî nahêle. Ev êrîş di çarçoveya tifaqên dualî de tên kirin. Dewleta Tirk ji dîrokê heta îro ji bo nasnameya kurdan û nasnameya êzidiyan ji holê rake çi ji destan hatiye pêk aniye. Dixwaze xewn û xeyalên bav û bapîrên xwe li herêmê bi cih bîne. Li gor van xewn û xeyalan ji Rojava bigire heta Mûsil û Kerkukê dixwazin têxin bin destê xwe. Ji bo ku projeya osmaniyan a nû pêk bîne di nava hewldanan de ye. Ev êrîş tenê ji aliyê Dewleta Tirk ve pêk nayên. Êrîş di nava axa Iraqê de pêk tên û Iraq li dijî van êrîşan bi bêdengiya xwe piştgiriyê dide van êrîşan. Ev êrîş encama tifaqa Enqere û Bexdeyê ye. Bi vê tifaqa Bexda û Enqereyê destûr dane ku êrîşî Şengal û civaka êzidî bike. Ev êrîş di heman demê de Iraqê jî ber bi tunebûnê ve dibe. Amerîka li ser axa Iraqê êrîşî hêza Îranê dike û Îran li ser axa Iraqê êrîşî hêza Amerîkayê dike û li ser axa Iraqê hêzên heyî êrîşî hev dikin. Di vir de yên ku zirar dibînin gelên Iraq û Dewleta Iraqê ye. Ev ê Iraqê ber bi tunebûnê ve bibe.”
Proje di Şengalê re diborin
Hico da zanîn ku hemû projeyên dewletên desthilatdar di Şengalê re derbas dibin û wiha lê zêde kir: “Dewleta Trk ji bo ku biçe Mûsilê divê di Şengalê re derbas bibe. Projeya Îran û Îsraîlê jî di Şengalê re derbas dibe. Şengal cihekî stratejîk û navendî ye. Hem kevana Şîî û hem jî nexşeya dewleta Osmaniya mezin di vir re derbas dibe. Ji ber vê yekê êrîşî civaka êzîdî dikin. Êzidî qewmekî herî kevnar e. Ji ber vê yekê dixwazin civaka êzîdî ji holê rakin. Dîsa gelê vir bi fikr û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin û li dijî vê yekê jî êrîşî civaka êzidî dikin. Ji bo Tirkiyeyê Şengal kilîda deriyê Mûsilê ye. Derbasbûna Til Efer û derbasbûna hemû axa Nînovayê ye.”
Hico anî ziman ku civaka êzidî biryara parastina xwe daye û wiha axivî: “Em êdî careke din paşve gavan navêjin. Di aliyê rêxistinî de civaka êzidî amade ye ku xwe biparêze. Civaka êzîdî êdî dizane ji berxwedanê wêdetir tu rê û cihekî ku pêde biçe tune ye. Hêzeke ku pişta xwe bide wê tune. De hêza xwe mezin bikin û li xwe, nasname xwe xwedî derkevin. Niha di aliyê diplomasiyê de hewldanên me pir zêde hene. Hewldanên me her tim ji bo çareseriya pirsgirêkan e.”
Hikûmeta Iraqê parçe bûye
Riham Hico nêzîkatiya dewleta Iraqê jî rexne kir û got: “Dewleta Iraqê ji ber bi Dewleta Tirk re tifaq kiriye li dijî van êrîşan bêdeng e. Li aliyekî Amerîka, li aliyekî Qatar mudaxaleyî Iraqê dike. Iraq parçe bûye. Hikûmet parçe bûye. Her parçeyek girêdayî dewletekê ye. Hikûmeteke azad bi biryar û li dijî êrîşan tune ye. Beşeke mezin a hikûmeta Iraqê bi Tirkiyeyê re li hev kiriye û ev tifaq dibe sedem ku li dijî van êrîşan bêdeng bimînin. Ev êrîş di çarçoveya vê tifaqê de pêk tên. Dewletên navneteweyî jî bi heman rengî. Hemû êrîş bi erêkirina dewletên Neteweyên Yekbûyî pêk tên. Şerê li Rojhilata Navîn û li Iraqê pêk tê hemû bi erêkirina Dewletên Yekbûyî pêk tên. Dema ew nexwazin şer û dagirkerî bi pêş nakeve. Lê dîsa em bang li Dewleta Iraqê û dewletên Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji vê rêyê vegerin. Tifaqa Bexdayê ya bi Iraqê re dê gelê Iraqê jî û axa Iraqê jî ji destê wê derxe. Eger hikûmeta Bexdayê di çarçoveya vê tifaqê de biryara xwe berdewam bike dê zirareke pir mezin bibîne. Divê Iraq helwesta xwe zelal bike û dawî li vê tifaqê bîne. Divê li cem gelê xwe bisekine û li gorî yekîtiya gelê Iraqê û axa Iraqê tev bigere.”