14 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Projeya Ocalan an jî ya Îsraîl-Amerîka

Ser bangewaziya serdemê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve pêk hat hefteyek zêdetir borî. Bangewazî ji gelek aliyan ve hate nirxandin. Ji Sekreterê Giştî yê Netemeyên Yekbûyî bigire heya Serokomarê Almanya, ji DYA bigire heya Çînê, bi sedan dewlet, sazî û kesayetan piştgirî dane bangewaziyê. Ji bo yên fam bike bangewazî destpêka serdemeke nû ye lê ji bo yên nexwaze fam bike bêguman tiştek were gotin tune. Yên dixwazin bangewaziyê berovajî bikin jî hene.

Berî niha gelek caran bangewazî hatin kirin. Heyetên aştiyê hem ji çiyê hem jî ji Ewropa hatin.

Gerîla vekişiya. Di Newroza 2009an de di Newroza Amedê de peyama Rêberê PKKê hate xwendin. Di peyama hatî xwendin de li gorî min hevoka herî girîng ev bû: “Em hatine merhaleya ku bila çek bêdeng bin, fikir biaxivin.” Nêzîkatiya birêz Abdullah Ocalan a çareseriya demokratîk ji berê ve heye. Demokrasî ji bo wî ne amûreke ji rêzê ye. Demokrasî ji bo wî rêgezeke bingehîn e. Lewma yên ku wekî taktîk nêzîkî vê bangewaziyê dibin, xuyaye birêz Abdullah Ocalan baş fêm nekirine. Di hevdîtinên dawî de jî dibêje “Fikrê kê xurt be bila ew bi rê ve bibe.” Ji bo fikrên xurt diyar bibin û pêş bikevin hewce ye çek bêdeng bibin. Bêguman bêdengkirina çekan jî yek alî nabe.  Hewceye bi tevahî çek bêdeng bibin.

Hinek qalemşor û rojnamegerên desthilatê ji bo bangewaziyê berêvajî bikin û ji nîqaşkirina li ser bingeha rast dûr bixin, hincetên ecêb didin pêş. Yek derdikeve dibêje, “Divê YPG çek dayne”, yek derdikeve dibêje “heya PKK xwe fesh neke gavên demokratîk nayên avêtin” yek derdikeve dibêje “Ev lîstikên Amerîka û Îsraîlê ne.” Derdorên faşîst dibêjin “desthilat radestî Ocalan û PKKê bûye”, nijadperest û miletperestên kurd jî dibêjin “Apo kurd firotin dewleta Tirkiyeyê.” Her yek li gorî xwe çep û rast lê dixe. Tenê fikrê wan bi wan re sînordar bimîne jî baş e. Serê civakê jî tevlî hev dikin. Lê holê ne radestbûyîn heye, ne jî devjêberdana têkoşînê heye. Birêz Abdullah Ocalan dixwaze pirsgrikê ji zemîna pevçûn û şer bîne zemîna siyaset û hiqûqê.

Ji bo kes û derdorên xêrnexwaz tiştek were gotin tune. Lê heke xelet fêmkirin hebe, pêşniyara min bila carek din bangewazî û daxuyaniya PKKê bixwînin. Ev pêşniyara min jî di serî de ji kalemşor û alîgirên desthilatê ye. Hêdî hêdî bixwînin û li ser her peyvê bifikirin. Heke dîsa fêm nekin bila hefteyeke xwe veqetînin û parêznameyên birêz Abdullah Ocalan binêrin. Di navberê de hevpeyvînên di salên 90î de ku bi birêz Abdullah Ocalan re hatine kirin, temaşe bikin û bixwînin. Hingî ez bawer im dê fam bikin ka rewş çi ye û çi tê xwestin.

Civaka demokratîk pêdiviya Rojhilata Navîn a sereke ye. Heya şerê li ser mezheb, ol, netewe û etnîsîte hebe çareseriyeke mayînde pêk nayê. Berî du mehan rejîma Esad hate hilweşandin û di cihê wê de HTŞ hate danîn. Serokê HTŞê xwe wekî serokomarê Sûriyeyê îlan kir. Çawa desthilat guherî, hêzên HTŞê dest bi êrîşa durzî û elewiyan kirin. Niha di van kêliyên ev nivîs tê nivîsandin de li gelek bajarên Sûriyeyê di navbera hêzên HTŞê û hêzên durzî û elewî de şer û pevçûn diqewimin. Behsa kuştina sedan kesan dikin. Beriya niha min anîbû ziman ku HTŞ tenê kukla ye. Diyar bû tevahiya Sûriyeyê ji HTŞê re nahêlin. Îsraîl û Amerîka dê bi ser vê hêzê re Sûriyeyê dizayn bikin.

Pêşî DAIŞ mezin kirin û ser DAIŞê re hêzên Amerîka û Ewropa carek din vegeriyan Rojhilata Navîn. Bi hinceta DAIŞê dewlet lawaz kirin û peyama “hewcedariya hêzên hegemonîk” dan. Niha gelek kes dibêjin, “Heke Amerîka tune bûya Kobanê rizgar nedibû.” Lê divê mirov bipirse, ‘Gelo kê pêşiya serokê DAIŞê Bexdadî vekir?’ Heman tişt niha ji bo Colanî jî derbasdar e. Colanî ji sibê heta êvarî li Îdlibê bû. Di heman demê de di lîsteya terorê de bû. Îsraîlê, sekreterê Hîzbulahê heft qat di bin erdê de kuşt. Haniye li navenda Îranê kuşt. Ew hêza ku dikare van êrîşan bike, çima heman tişt li hemberî Colanî nekir? Diyar e amadekariya van rojan hatibû kirin.

Mossadê aşkere kir ku wan berî êrîşa 7ê cotmehê bi mehan teqemenî xistine nava cîhazên Hizbûlahê. Ev jî tê wê wateyê ku heya Mossadê ji vê êrîşê hebû. Ji bo Îsraîl û Amerîka midaxaleyeke mezin bikin hewcedarî bi hinceteke cidî hebû. Hamasê jî ev hincet ji wan re ava kir. Îranê got ku heya wan ji vê êrîşê tune bû. Çiqas rast dibêje ne diyar e. Lê tiştek diyar heye: Îsraîl û Amerîka bi aqilê îngilîzan ên Anglo-Saksonan mudaxaleyî Rojhilata Navîn dikin. Pêşî gotin Esad xerab e, bila biçe. Piştî çû, niha dibêjin HTŞ xerab e, divê ji xeta me dernekeve. Çima Colanî anîn? Heke di cihê Colanî de hêzeke gel a demokratîk-şoreşger bi ser ketibûna piştre bi rihetî nikaribûn lîstikên xwe bixin meriyetê. Ji hemû kesî zêdetir Îsraîl û Amerîka karekterê HTŞ û Colanî dizanin. Colanî çiqasî bêje “Min ji şerê mezhebî ders girtiye” jî rastiya wî mezhebperestî ye. Dijberiya wî ya li hemberî Hizbûlah û Îranê tenê li ser mezhebperestiyê ye. Îsraîl jî herî dawî aşkere kir ku ew êrîşa li ser durziyan qetûqet qebûl nake. Rayedarên Îsraîl di hin daxuyaniyên xwe de tîne ziman ku ew amade ne kurdan jî biparêzin. Lê berî Îsraîl kurdan û durziyan biparêze bila dev ji zilma ku dike berde. Bi van polîtîkayan dixwazin projeya xwe ya esas ji çavan dûr, hêdî hêdî bixin meriyetê.

Îsraîl û Amerîka bi dewletên ereban re li ser sermayeyê li hev kirin. Bi protokolên Brahîm peymanên dîplomatîk û aborî îmze kirin. Dewletên ereb ên dewlemendên petrolê naxwazin Îsraîl û Amerîka di vê astê de bigirin hemberî xwe. Lewma ew jî bi rihetî rewşa heyî li gorî xwe diguherînin.

Di hevdîtinên dawî de birêz Abdullah Ocalan got, “An projeya min an jî projeya Îsraîl-Amerîkayê.” Di projeya Îsraîl û Amerîka de zêdetir perçekirin, şer û rijandina xwînê heye. Di projeya birêz Abdullah Ocalan de çareseriya demokratîk û jiyana azad heye. Dîrok û helwesta birêz Abdullah Ocalan jî vekirî ye û ya Îsraîl-Amerîka jî vekiriye. Fermo binêrin kîjan zordar û talankar e û kîjan demokrat û azadxwaz e…