Li paytexta Îtalya Romayê,”Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re ya Navneteweyî” bi tevlibûna 300 kesên ji welatên cuda hatibûn hat lidarxistin. Di konferansê de li ser çalakiyên di çarçoveya pêngavê de hatin lidarxistin, encamên wê û ji niha û pê de divê çi bê kirin bi berfirehî hatin nîqaşkirin û herwiha mafê hêviyê yê Rêber Apo, banga 27ê Sibatê, ji bo vê bangê çi dikare bê kirin û helwesta bê nîşandan hat destgirtin.
Yek ji beşdarvanê konferansê Prof. Dr. Giovanni Russo Spena bi salan e li Îtalyayê di nav rêxistinên çepgir de cih girtiye û pêşengî kiriye ji ANFê re axivî. Prof. Dr. Spena diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo kurd û Kurdistan ji bo tevahiya cîhanê girîng e.
Porf. Dr. Spena destnîşan kir ku felsefeya Konfederalîzma Demokratîk di esasê xwe de aştî, wekhevî û hevgirtinê esas digire û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di demeke ku hemû dewlet şer dixwazin de behsa aştiyê kir. Spena diyar kir ku teoriyên Abdullah Ocalan ji bo cîhanê girîng in. Spena da zanîn ku Konfederalîzma Demokratîk ji bo hemû cîhanê alternatîfekê pêşkêş dike.
Spena li ser ser banga Rêber Apo ya di 27ê Sibatê rawestiya û wiha domand: “Ocalan dikare roleke krîtîk bilîze. Niha di navbera demokrasî û otokrasiya Erdogan de şer heye. Gel ji bo parastina mafên xwe niha li qadan e. Em parçeyek ji gelên li kolanan e. Di heman demê de ev çalakî hem ji bo Ocalan û hem jî ji bo aştiyê girîng e. Rêber Apo banga aştiyê dike, dibe ku em bi Ocalan re aştiyê nas bikin. Bi azadiya Ocalan re em ê aştiyê nas bikin.”
Herî dawî jî Spena ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev tişt anî ziman: “Em Ocalan in, Ocalan em in. Hemû bajarên Kurdistanê xwişkên me ne. Em malbatek in.”