Li welatê me Serhedê, navên me hemûyan gelekî kurdewar in. Ger te hinek nav bihîstin ku bi te xerîb an jî di nav hişê te de tevlîhevî çêdibe, bizanibe ku tu li Serhedê yî. Hinek ji van navan: Susan, Gezo, Şekir, Zeytûn, Porteqal, Zenûre, Xanim û her wekî din, bi hezaran navên me yên wisa hene ku xelkên din dema ku van navan dibihîsin ecêb dimînin. Lê qet ji me re ecêb nayên, em bextewar in ku navê me hemûyan ji bingeha çand û hunerê tên. Hemû hevalên min ev nav li ser wan in. Em ji xwe û navên xwe razî ne. Gelek caran ên xerîb dema navên me dibihîsin, ne dikarin bikenin, ne jî dikarin maneya wan hîn bibin.
Hevala min a ew jî di emrê min de ye, Porteqal!!! Ez ji wê pir hez dikim, ew hinekî ji min bedewtir û ji min bejnbilintir e, lê qet xem nake, ez ji wê û hevaltiya wê hez dikim. Hemû kar û barê me bi hev re ye. Em qet ji hevdu naqetin, hevalên me yên din jî wisa nin. Wan rojên hanê me bihîst ku hinek merivên ne ji gundê me lê ji der û dora gundê me hatine ji lawikên xwe re keçikan bibînin û bi lawên xwe re bizewicînin.
Ecêbeke reşegiran! Ev çi aqil e ku di serê wan de ji xwe re gund bi gund digerin seba keçikan bikin bûka mala xwe? Dema me bihîst, em ji kena mirin. Xwezila we em bidîtana ka me çawa henekên xwe li wan dikir.
Paşê me bihîst ku xwestine bibin mêvanê mala bavê Porteqalê. Min dît ku Porteqal bi hêrs hêsirên çavan dibarîne. Dê û bavê wê gotine mêvan mêvanê xwedê ne, bila bên. Porteqal jî dibêje; ‘Ez naxwazim ew bên mala me, lê çima dayik û bavê min gotin bila bên?’
Ez naçim malê ku heta ew ji mala me derkevin û herin. Dayika min got; ‘Porteqal, delala nav dilê me, heyfa wan hêsirên te ku tu dibarînî, ez dayika te û bavê te jî baş nas dikim, dibe ku wan nexwestiye bêhurmetî bikin lewma gotine bila bên. Wekî din tu xema neke û xwe jî aciz neke. Here malê, ji wan mêvanan re hurmeteke baş bike, dema waxtê wan hat, wê rabin û herin.’
Ez jî li pey wê çûm mala wan ku hinek alîkarî bikim û him jî ka bibînim ew kî ne? Em çûn, bi vir de û wê de, ezet û hurmet… Jina mêvan got keçika bedew gelo navê te çi ye? Wê jî bersiv da got; ‘Navê min Porteqal e.’ Jinikê pêşî fêm nekir, got qey ew henekê xwe li wê dike. Careke din pirsî, wê jî careke din bersiv da û bi dengekî bilind got; ‘Navê min Porteqal e.’ Jinikê li der û dora xwe nihêrt, wisa lêva xwe gez kir, nedikarîbû bikene û ne jî dikarîbû tiştekî bêje. Lê dîsa jî got; ‘Porteqal? Yanî ew porteqalên ku em dema zivistanê dixwin ew e?’ Porteqalê got; ‘Erê hema ew e.’ Jinikê got, ‘Qey dê û bavê te navekî din nedîtin ku ev navê fêkiyan li te kirine?’ Hevala min got; ‘Na, dê û bavê min jî ji vî navê min hez dikin û ez jî bi navê xwe serbilind im. Porteqal Porteqal e, ne tiştekî din e.’ Û bi lez ji oda wan derket.
Bavê wê hat cem jê re got; ‘Keça min, ew mêvan in, bêhurmetî ne baş e, here lêborîna xwe ji wan bixwaze û pirs bike, gelo ew rehet in an na? Tu jî dizanî ez şekirên bajarên din naynim mala xwe, Porteqala xwe jî wisa nadim bajarên din. Niha here cî û nivînên wan deyne, bila rehet razên, ew ê sibe rabin û herin. Ger careke din qerfên xwe li navê te bikin, bersiveke min heye ji bo wan.’
Apê Sêvdîn çiqas apekî bêhnfireh û aqilbend e. Sibetirê ew mêvan qet behsa tiştekî nekirin, taştêya xwe kirin û ketin ser rêya xwe û çûn. Ez û Porteqal hê jî dema tê bîra me em dikenin. Porteqal çi ye? Porteqal Porteqal e. Ev navên me ne. Em ji xwe hez dikin…
