Serokwezîrê Polonyayê, serokê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn tewanbar kir û got ku sedema aloziya penaberên li ser sînorê Belarûsyayê Pûtîn e. Di vê sir û seqema payizê de zêdeyî 2 hezar penaber li ser sînorê Polonya û Belarûsyayê asê mane.
Serokê Belarûsyayê Aleksandr Lukaşenko îdîayên ku dibêjin ji bo tolhildana ji Yekitiya Ewropayê wan deriyê xwe ji penaberan re vekiriye red kir û wiha got: “Tu bingeha van îdiayan tune ye”
Ji aliyekî din ve hin aliyên Ewropayê şirketa xetên hewayî ya Tirkiyeyê tewanbar kiribûn ku wan bi balafiran hin penaberan birine Belarûsyayê lê şirketa balafiran ew îdia jî red kirin.
Hêjayî gotinê ye ku rewşa penaberên li wir di vê sermaya dijwar de bê cih û war mane, gelekî xirab e û hewce ye ku çareseriyek ji wan re bê dîtin.