13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîtîkayên bendavan ên li Kurdistanê

Av çavkaniya jiyanê ye. Zindîbûnê ji avê dest pê kir. Di çêbûna her giyanewerî de av heye. Ser rûyê gerestêrka me ji sedî heştê av e. Ji çar beşan sê beşên mirov av e. Lewma dikare were gotin av çarenûsa mirovahiyê ye. Tu civak tune ye ku ji ber avê şêweya wê neguherî be. Tu şaristanî tune ye ku polîtîkayeke taybet ya avê nemeşandibe. Rêyên sewalên koçber, kerwanan, penaberan her di ber avekê re dibore.
Her mekanê nîştecihî yên dîrokî li ber qeraxa rûbarekî yan jî çemekî avê bûne, her şaristaniyeke kevnare rehên xwe li ber çemekî berdaye binê axê. Dîrok li derdora çeman hatiye nivîsîn. Rista herî mezin jî di destpêka civakbûn û şaristaniyê de Dîcle û Feratê lîstine. Ava van çeman ruh da mirovahiyê. Ji çandiniyê re bû derman, ji mirovahiyê re bû jiyan. Ew av bû ku Seydayê Xanî digot ‘tasek ji vê avê nadim hawizê kewserê.’
Hilberîn bi kişandina ava van çeman pêkan bû. Kî dizane çend jinan bi kefa destê xwe ji ava rûbar û çeman çend giya av dane, çend sewal dane ber xwe û birine ser ava van çeman.

Dîcle û Ferat du keziyên dayika mirovahiyê û du xelatên axa pîroz in
Ev her du çemên bûne çavkaniya herikbariya dîrokê îro di bin destê şaristaniyê de dinalin. Bi destê şaristaniyê dibin parçe parçe, rêya wan tê guhertin, keziyên wan tên kurtkirin, ava wan tê desteserkirin. Çawa ku Dîcle û Feratê malovanî ji pêşketina dîrokê re kirin wekî tola hezaran sal were girtin, dîrok di bin ava van çeman de tê hiştin. Ked û hostehiya bi deh hezaran sal ji bo berjewendiyên dewletê tê tunekirin. Dest û lingên Dîcle û Feratê têne girêdan. Ji ber bêdengiya mirovahiyê qêrîn û nalînên Dîcle û Feratê jî li teht û latan, li gelî û zinaran dikevin û carek din li wan dizîvirin, vedigerin binê avê. Kî dizane qîr û hewara çend civakan di nepeniya avên bendavan de xurifîne.

Di dîrokê de navbera Dîcle û Feratê wekî ‘mezopotamya’ hatiye binavkirin. Di zimanê suryanî de jî dibêjin ‘bethnahrîn’ ango navbera du çeman. Erdnîgariya vir ji her cure sewal û nebatan re guncav e. Niştecihî li vir û derdora wê dest pê kiriye. Çandiniya bi pergalî dîsa li vê erdnîgariyê dest pê kiriye. Şaristaniyên yekem ên wekî Sûmer, Akad û Asur jî li nêzî van her du çeman dest pêkiriye.

Çem tenê ne di dîroka rojhilatanavîn de li tevahiya cîhanê xwedî cihekî gring e. Mesela şaristaniya Misirê li derdora Nîlê mezin bûye. Şaristaniya Harapa û Mohenjedaro ya Hindistanê li kêleka Çemê Îndûsê hatin damezrandin. Şaristaniya Çînê li derdora Çemê Zer (Huangho) û Çemê Yangtze pêşketiye. Lewma diroknas şaristaniyên pêşî wekî şaristanêyên çemî binav dikin. Mixabin ji van çeman Dîcle û Ferat îro berovajî mîsyona xwe ya dîrokî ketine rewşeke xerakirina bîra dîrokê.

Ji berê ve her şaristaniyê û civakê xwestiye ji çeman sûdê werbigirin. Ji avdana erdan bigire heya ku li ser avê bar bibin û bînin bi her awayî ji çeman sûd hatiye girtin. Dibêjin ku kevirên mezin ên pîramîtan bi alîkariya çemê Nîlê veguhestine. Kevir dianîn kêleka Nîlê. Dema baran dibarî û Nîl gur dibû ew kevir li ber xwe dixeriqandin. Her wiha bi keştiyan jî kevir dibirin û dianîn.

Şaristaniyên Mezopotamya jî karê bazirganiyê li ser Dîcle û Feratê dikirin. Dîcle û Ferat li bakurê Mezopotamya ji ber zoriya erdnîgariyê ji veguhestina bar re dibe ku ne guncav be, lê li başûrê Mezopotamya erdnîgarî rast e û ji bo rêwîtî û barkirina kelûberên bazirganiyê guncav e. Hinek dîroknas vê rewşê wekî pêşketina şaristaniyê jî dinirxînin. Yanî dibêjin ji ber li bakûrê Mezopotamya li kêleka çeman derfeta avakirina bajarên mezin tune bû şaristanî li bakûrê mezopotamya pêş ket. Lê ev tespît bi serê xwe têra pêşketina şaristaniyê li başûrê Mezopotamya nake. Em dibînin ku li bakûrê Mezopotamya hem di aliyê bajarbûnê de hem jî di aliyê çandinî û bîr û baweriyê de pêşketineke mezin heye. Bes veneguheriye şaristaniyê. Lê sedem çi dibe bila bibe di pêşketina civaka niştecih û şaristaniyê de rista Dûcle û Feratê gelek mezin e.

Em ji dîrokê jî dibînin ku çem ji bo mirovahiyê xwedî risteke grîng e. Di dîrokê de li gorî pêdiviyên serdemê ji van çeman sûd hatiye girtin. Îro dewletên ku ev çem di nav sînorên wan de dibuhirin jî li ser van çeman polîtîkayên taybet dimeşînin. Ji van dewletan ya herî zêde polîtîkayên taybet dimeşîne û projeyan pêş dixe Tirkiye ye. Tirkiye van polîtîka û projeyên xwe bi çêkirina bendavan dixe meriyetê.
Di serdema kapîtalîzmê de bi dîtina enerjiya elektrîkê teknîk girêdayî elektrîkê pêş ket. Her çiqasî enerjiya elektrîkê di destpêkê de bi şewitandina komûr, petrol û gazê hatibe hilberandin jî enerjiya herî zêde bi rêya santralên hîdroelektrîk çêdibû. Ji enerjî û hêza avê enerjiya eletrîkê hate hilberandin. Komara Tirkiyeyê jî ji bo pêdiviya eletrîkê projeyên çêkirina bendavan xistin meriyetê.

Li Tirkiyeyê santarala hîdroelektrîk a yekemîn di 1929’an de li navçeya Akçaabat ya girêdayî Trabzonê vebûye. Lê di dîroka komarê de em dibînin ku çêkirina bendavan tenê ne ji ber pêdiviya enerjiya elektrîkê ye. Hêj di dema Osmaniyan ji bo pêdiviya avê bendav hatine çêkirin. Tirkiye bi çêkirina bendavan dixwaze gelek armancên xwe bi hev re pêk bîne. Polîtîkaya çêkirina bendavan bandorê tenê ne li ser komara Tirkiyeyê dike. Ji avdaniyê bigire heya kontrolkirina ava vexwarinê, ji tunekirina dîrokê bigire heya polîtîkayên ewlehiyê gelek armanc û encam têne hedefkirin.

1-Pêdiviya ceyranê

Di tevahiya cîhanê de niha pêdiviya enerjiyê mijara sereke ye. Di nav cureyên enerjiyê de jî elektrîk derdikeve pêş. Cîhan ji ber qirêjiya atmosferê dixwaze çavkaniyên biqarbon kêm bike û çavkaniyên wekî roj, ba, tevgerên pêlên behrê û hwd. pêş bixin. Bes Tirkiye rêbazên ku dewletên pêşketî dev jê berdidin bikar tîne û dixwaze bi rêbazên kevnar pêdiviya elektrîkê bi destbixe. Yek ji pirsgirêka herî mezin a xitimandina komarê hertim ji paşveşopandina cîhanê ye. Di cihê ku rê û rêbazên xweser li gorî realîtaya welat û civakê bişopîne dixwaze xwe bişibîne dewletên rojavayî. Lê çi bike jî heya tu rêyeke xweser çêneke tu yê her di rêya kesên din re bimeşî û her tim li pey wan bî. Yên rê çê dikin di heman demê de berê, firehî û dirêjbûna wê jî ew diyar dikin. Klaus Schmît vê rewşê bi anektodekê tîne ziman. “ Dema min rojnameya ku bi poste dihat dixwend Helmund Moltke ku di salên 1835-1839’an de li cem Osmaniyan peywirdar bû dihate bîra min. Tiştên Helmund Moltke di pirtûka xwe ya bi navê ‘Nameyên di derbarê bûyer û geşedanên li Osmaniyan’ behs dike dihat bîra min:

“Li qeraxa çemê Feratê tişta herî zêde jê kêfxweş dibim xwendina rojnameya Ausburger Algemeîne Zaytung e. Rojname ji du hefteya carekê bi awayekî rêkûpêk postevanên tatar ên ji Stembolê tên bi xwe re tînin. Ji ber vî awayî dibe ku rojname bi 21-28 roj derengî dikeve destê min. Bi yekcarê ez xwe li Ewropaya ji çiyan û deryayan wêdetir hîs dikim.”
Min li Newala Çorî tenê dikaribû rojnameya eyaleta Frank bixwînim. Piştî postevanên tatar ji holê rabûn, di dawiya sedsala 20’emîn de ku trên, balafir û roket hene ji bo welatê min bigihije min 14 roj dibuhirîn. Aha ez ji vê re dibêjim pêşketin…”

Lêkolînên zanistî derxistine holê ku maliyeta HES’an ji karê wê zêdetir e. Dibe ku di aliyê aborî de hinek qezenç bike lê zirareke mezin dide xwezayê û dema bikaranîna wan jî hindik e. Lê dewlet guh nade xisarên din. Ew tenê li qezenca madî dinêre.
Li gorî standartên cîhanê li Tirkiyeyê 861 bendavên mezin ên dixebitin hene. Ji van bendavan bi milyonan kîlowatt elektrîk tê bi dest xistin. Lê rewşa herêma ku herî zêde bendav lê hene rastiya polîtîkaya hemberî herêmê jî dide nîşandan. Sê HES’ên mezin ên Komara Tirkiyeyê li Kurdistanê ne. Bendavên Ataturk, Keban û Karakaya ku li ser çemê Feratê hatine avakirin pêdiviya elektrîka Tirkiyeyê bi gelemperî pêk tînin. Lê mixabin bajarên herî zêde zehmetiya elektrîkê dikşînin dîsa bajarên Kurdisanê ne. Dewlet elektrîka bi dest dixe an difiroşe derveyî welat an jî bi xetên enerjiyê dikşîne bajarên mezin ên Tirkiyeyê. Bajarên kurdan jî bê elektrîk dimînin. Ji aliyekî ve elektrîk tune ye, ji aliyê din ve jî cotkar bi cezayên mezin re rûbirû dimînin. Ji ber buha û qutkirina elektrîkê kurdistanî havînan nikarin erdên xwe av bidin, zivistanan jî di tariyê de dimînin. Bajarê ku herî zêde elektrîk lê çê dibe Riha, niha ji ber elektrîkê zehmetiyên herî zêde dikşîne. Ev jî nîşanî me dide ku Tirkiye ji bilî pêdiviya elektrîkê bi hinek armancên din bendavan çêdike. Polîtîkaya bendavan bixwe nîşan dide ku Tirkiye bi çavê mêtingeriyê li Kuristanê dinêre. Çavkaniyên wê talan dike û ji xwe re dike qezenca madî.

(Didome)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê