Danê sibehê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd a li bajarê Heîlbronn ê Almanyayê û malên hevserokên berê de girtin û derî şikandin.
Hevserokên hatin destgîrkirin, piştî şopa tiliyan û wêneyên wan hatin kişandin hatin berdan. Polîsên alman her wiha li malên hevserokan lêgerîn kirin û dest danîn ser gelek tiştên şexsî, telefon û kompûteran. Polîsên ku di heman demê de avêtin ser komeleyê, derî şikandin û dest danîn ser gelek alavan.
Ji FED-GEL’ê nerazîbûn
Hevserokên Federasyona Civakên Kurdistanê (FED-GEL) serdegirtin şermezar kir û ev tişt got: “Hikûmeta alman bi binpêkirina qanûn û rêgezên demokratîk careke din bi ser Kurdan û saziyên me girt. Bi van serdegirtinan re wê ti carî Kurd dev ji têkoşîna xwe ya demokratîk bernedin. Em ê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk a faşîst li dijî Kurdistan û gelê Kurd dimeşîne bisekinin û bibin dengê gelê xwe.”