Li bajarê Frankfûrtê yê Almanyayê, polîsên alman avêtin ser ofîsa rojnameya Sabahê ku alîgiriya îktidara AKP-MHP’ê dikin. Polîsan nûnerê rojnameyê yê Almanya Îsmaîl Erel û Midûrê Nûçeyan Cemîl Albay binçav kirin. Di lêgerîna li ofîsê de hat kirin computer û telefon hatin desteserkirin. Sedema serdegirtina ofîsê nehat zanîn. Hat diyarkirin ku ji bo her du kes werin berdan Wezareta Karên Derve ketiye dewrê.