Polîsê tîmê taybet Bahadir Tûran di 2009’an de li navenda Colemêrgê îşkence li zarokê 14 salî Seyfûllah Turan kiribû. Dadgehê piştî bûyerê ji ber sûcê “Birîndarkirina biwesf” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polîs Turan birîbû. Dadgeha Bilind ceza erê kir. Bi erêkirina cezayê re polîs Turan hate girtin û şandin Girtîgeha Paşakapisi ya Uskudarê.
Dadgeha Bilind cezayê 6 sal û 3 mehan ê polîsê bersûc Bahadir Turan erê kir. Bi erêkirina cezayê re Turan hate girtin û şandin Girtîgeha Paşakapisi ya Uskudarê.