Polîsan di saetên serê sibê de li Amedê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçavkirin. Navên hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û rojnamevan Serhildan Andan, Baran Baymiş, Mûrat Kayaş.”
Tê zanîn ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêde ne.
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) jî têkildarî binçavkirina Serhildan Andan daxuyanî da û xwest demildest Andan serbest berdin.