Polîsan rojnameger Steve Sweeney, li balafirgeha Mexico Cityê bêyî hincetê nîşan bidin ew binçav kirin.
Edîtorê rojnameya Morning Star ê navdeteweyî Steve Sweeney, roja înê ji bo hilbijartinan bişopîne çûbû Nikaragau. Sweeney, li Balafirgeha Mexico City hat binçavkirin. Sweeney 2 roj in di bin çavan de ye û sedema binçavkirina wî nayê zanîn.