Wezareta Karên Hundir ê Tirkiyeyê di 4’ê mijdarê de li Êlih, Mêrdîn û Xalfetî qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Berxwedana welatiyan a li dijî tayînkirina qeyûman dewam dike. Piştî daxuyaniyên siyasetmedarên jin ên Kurd û jinên femînîst, polîsan careke din bi gaza îsotê û ava şid êrîşî girseyê kir.
Di êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin, nûçegihana JINNEWS’ê Pelşîn Çetînkaya ku ji bo şopandina nûçeyê li Elihê bû, bi îşkenceyê binçav kirin. Tevî ku hevalên wê polîs hişyar kirin ku ew rojnameger e jî serê nûçegihan Çetînkaya bi zorê eciqandin û tundî lê kirin. Polîsan xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşam Veysî Akoren jî binçav kirin.