Li Fuara Pirtûkan a Amedê polîsan avêt ser standa Weşanxaneya Aramê û jî pirtûka “Efrin Direniş Günlüğü (Rojnivîska Berxwedana Efrînê)” a Hatîp Dîcle desteser kirin.
Li Amedê 8emîn Fuara Pirtûkan ku bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê tê lidarxistin, ji roja 30yê Mijdarê ve didome. Ev sê roj in polis tên ser standa Weşanxaneya Aramê û pirtûkan desteser dikin. Polîs vê sibê jî bi ser standa Aramê de girtin û pirtûka “Efrin Direniş Günlüğü (Rojnivîska Berxwedana Efrînê)” a Hatîp Dîcle desteser kirin.
Her wiha polîsan bi fermana dozgeriyê li ser standê lêgerîn pêk anîn û dîmenên hemû pirtûkan girtin. Polîsan standê ser û bin kirin.
Polîsan pirtûkên desteser kirin li gel xwe birin. Xebatkarê Aramê Delîl Zengeralp jî li gel xwe birin da ku girtekê pê bidin îmzekirin.
Duh jî pirtûk hatibûn desteserkirin
Polîsan duh jî pirtûka “Özgürlüğe Giden Uzun Yol, Abdullah Öcalan’ın önsözüyle birlikte, Nelson Mandela (Rêya Dirêj ku Diçe Azadiyê, bi pêşgotina Abdullah Ocalan, Nelson Mandela)” ku qala otobiyografiye dike hatiye wergerkirin û her wiha pirtûka “Mektuplar ve Yazilar (Name û Nivîs)” ku nivîskarê wê Mehmet Hayrî Durmuş e desteser kiribûn. 6 pirtûkên Nelson Mandela û 46 pirtûkên Mehmet Hayrî Durmuş hatibûn desteserkirin.
Polîsan pêr jî pirtûka “Dildarê Serkeftinê” a Mahmut Aba ku ji Weşanên Aramê derçûye, desteser kiribûn.