12 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan malên şînê dorpêç kirin û mizgeft girtin!

Polîsên ku di dema merasîma cenazeyê ya endamê HPGê Ferhat Tunç de êrişî girseyê kir, îro jî tevahiya malên şînê yên li taxê dorpêç kirin û mizgeft li îbadetê girtin.

Endamê HPGê Ferhat Tunç (Xebat Goyî) di 30ê Hezîrana 2017an de li herêma Herekolê ya navçeya Berwarî ya Sêrtê di pevçûnekê şehîd bûbû. Cenazeyê Tunç, piştî 8 salan duh li warê wî navçeya Cizîrê ya Şirnexê di bin êrişa polîsan de hate definkirin. Zexta li ser mafê şîngirtinê yê malbatê jî bi sepanên cuda berdewam dike.

Malbata Tunç, xwest li mala şînê ya li Taxa Nûrê ya Cizîrê şîna xwe deynin. Lê belê polîsan tevahiya malên şînê û mizgeftên li taxê dorpêç kirin. Welatiyên dixwestin biçin mizgeftê jî ji hêla polîsan ve bi gotina “Ji bikaranînê re girtî ne” hatin astengkirin.

Rojnamegerên çûn Mizgefta Seyîd Suleyman, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Oruç ku hewl da dorpêça li pêşiya mizgeftê bikişîne, polîsan li GBTa wî nêrîn û nehiştin dîmenan bikişîne.

Li hêla din, birayê Ferhat Tunç, Servet Tunç ku duh di dema definkirina cenazeyê de hatibû binçavkirin, îro sewqî edliyeyê hate kirin. Tunç, ji hêla Dadgeriya Cezayên Sulhê ve bi şertê kontrola edlî hate berdan.

Malbata Tunç dê îro bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Mezopotamyayê (MEBYA-DER) ve bi girseyî bê ziyaretkirin.