Li navçeya Qoser a Mêrdînê, polîsan di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de herî kêm 2 ciwan binçav kirin. Piştî binçavkirinê polîsan her du ciwanan bi xwe re birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.
Li aliyê din duh li navçeya Stewrê jî leşkeran bi ser malan de girtibûn û 3 kes binçavkiribûn. Hat ragihandin ku her sê kes jî piştî kirariyên li qereqolê hatine berdan.