Li Mêrsînê, piştî ku parlamenterê MHP’ê Olcay Kilavûz Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê hedef nîşan da, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve li dijî xebatkarên şaredariyê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de derbarê 10 xebatkarên şaredariyê de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li ser vê biryarê, polisan di saetên zû yên serê sibehê de bi ser malên xebatkaran de girt û xebatkar Alî Kaya, Ferhat Eren, A.K., B.B., D.B., H.S., K.B., M.E.Î., Î.G. ve S.M. binçav kir.
Polîsan her deh kesên ku binçav kirin birin Miduriyeta Polisan a Mêrsînê.