Li Êlihê piştî Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê kir, bi hezaran kes daketdin kolanan û bertekên xwe anîn ziman. Piştî gel daket kolanan û bertekên xwe anîn ziman, polîsan mudaxaleyî girseyê kir û 75 kes binçav kirin. Dema polîsan welatî binçav kirin ew bi metreyan bi erdê re kaş kirin û îşkence li wan kir. Piştre destê welatiyan lipişt wan kelepçe kir û berê wan da dîwaran. Ev dîmema îşkence welatiyan bû sedema nerazibûnan. Di serî de Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ev binçavkirin li dijî hiqûqê ye.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê jî bertek nîşanî binçavkirina welatiyan da û got: Em vê li dijî hiqûqê dibînin û em ê pêvajoya hiqûqê bişopînin.” OHD’ê wêneyê kesên hatin binçavkirin li ser medya dijîtal parve kir û got: “Parêzer jî di navde gelek welatiyên li pêş şaredariyê sekinibûn li dijî mafên mirovan hatin binçavkirin. Ew li ber dîwar dan rûniştandin û destê wan li pişt wan kelepçe kirin. Ev li dijî hiqûqê ye. Em ê pêvajoya hiqûqê bişopînin.”
Navenda Giştî ya ÎHD’ê jî binçavkirin şermezar kir û got: “Welatiyên ku tayînkirina qeyûm şermezar kirin, bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Binçavkirina welatiyan a bi vî rengînayê qebûlkirin. Tayînkirina qeyûm û îşkenceya welatiyan nîşan dide ku destûra bingehîn û hiqûq êdî hatiye rawestandin.
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî anî ziman ku ew wêneyê binçavkirinê her tiştî tîne ziman û got: “Ev aşkere îşkence ye.”