27 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan li dijî TELE1ê operasyon pêk anîn

Polîsan di serê sibehê de bi ser kanala TELE1ê de girtin. Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Merdan Yanardag hate binçavkirin û lêgerîna li kanalê didome.

Polîsan di serê sibehê de bi ser kanala TELE1ê de girtin. Gokhan Kayiş ku bernameya “Pisûleya Sibehê (Sabah Pusulası)” pêşkeş dikir, di weşana zindî de operasyon ragihand. Kayiş, got ku komên TEMê hatine kanalê, karûbarê lêgerînê didome û biryara lêgerînê ya 11emîn Dadgeha Cezayên Giştî nîşan dane. Lêgerîna li kanalê didome.

Di heman demê de hate destnîşankirin ku Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Merdan Yanardag jî bi biryara dadgehê hatiye binçavkirin û li mala wî û ofîsa wî lêgerîn tê kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî têkildarî operasyonê daxuyanî da û got ku Yanardag, di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “sîxûrtiyê” hatiye binçavkirin. Serdozgeriyê, di daxuyaniyê de têgeha “Rêxistina sûc a Ekrem Îmamoglû” bi kar anî û da zanîn ku di çarçoveya heman îdiaya “sîxûriyê” de biryar hatiye dayin ku Ekrem Îmamoglû û Necatî Ozkan jî bînin serdozeriyê.

Bi domdarî hate gotin ku lêpirsîn dê bi hevkariya MÎT û Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê were berfirehkirin.