12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermenden kurd serbest hatin berdan

Polîsan hunermendên kurd ên endamên Koma Hevra yên li Amedê konser dan binçav kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê şevê din li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) ya Amedê konserek amade kir. Endamên Koma Hevra konser dan. Di konserê de girseyê azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan xwestin û xwestin tecrîda li Îmraliyê û hemû girtîhan bi dawî bibe. Endamên komê li ser dikê bi kurdî stran gotin û bi stranên xwe girse coşandin. Endamên Koma Hevra serdana Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) kir.  Endamên komeleyê piştî ji komeleyê derketin polîsan pêşiya endamên komê girtin û ew binçav kirin. Polîsan endamên komê Zeynep Dogan, Gencay Morkoç û Yûsûf Keleş binçavkirin.

Endamên komê birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr ji ber stranên kurdî yên duh gotibûn hatin binçavkirin.

Endamên komê piştî îfade dan polîsan serbest hatin berdan.