Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 25’ê nîsanê de li dijî rojnamevan, hunermend, hiqûqzan, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl lêpirsînek dabû destpêkirin û di vê çarçoveyê de polîsan gelek kesan binçav kiribûn.
Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar (Aslan Aydogan) ku wê demê li derveyî welat bû û nehatibû binçavkirin, îro dema ku ji Almanyayê vegeriya li balafirgeha Amedê di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsan ew binçav kir.
Hat zanîn ku polîsan Şêrko Kanîwar biriye Midûriyeta Polîsan a Amedê û li bendê ye ku derkeve Edliyeya Amedê û îfade bide.