24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal birîndar kir

Di çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal di êrîşa polîsan de birîndar bû û destûr nehat dayîn ku rakin nexweşxaneyê.

Danê sibê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin û piştî vê biryarê li bajar çalakî hatin destpêkirin. Li Beşyolê Serokwezkîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenter, hevşaredar û gelek welatî xwestin bimeşin. Polîsan girse dorpêç kirin û destûr nedan meşê û gelek kes derb kirin. Li ser vê yekê welatiyan jî bi çepikan û avêtina dirûşmeyan piştgirî dan çalakgeran.

Li Kolana Cumhuriyetê alozî berdewam dike û gelek kes hatin binçavkirin.

Pevçûnên ku bi êrîşa polîsan dest pê kirin li gelek nuqteyan dewam dikin. Di dema astengkirinê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun dîsa hat binçavkirin. Hevşaredarê Qelqeli yê Wanê Ecevît Ceylanci jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin.

Hat destnîşankirin ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî di êrîşa polîsan de birîndar bû û destûr nehat dayîn ku rakin nexweşxaneyê.