Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk li Şaredariya Dêrsimê qeyûm tayîn kir. Di heman rojê de derheqê Hevşaredar Bîrsen Orhan de jî biryara binçavkirinê da. Bîrsen Orhan, di saetên serê sibehê de ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Polîsan a Dêrsimê. Polîsan piştî lêpirsîna li Midûriyeta Polîsan, Bîrsen Orhan ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî edliyeyê kir.
Karûbarê îfadegirtinê yê Bîrsen Orhan a li edliyeyê didome.