Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema êrîşên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, ji hêla Dewleta Tirk ve bi SÎHAyê hatin kuştin. Di dema serdana şîna Cîhan Bîlgîn a li Midyada Mêrdînê de polîsekî heqaretên zayenperest li nûçegihana JINNEWSê Oznûr Deger kir. Li ser vê yekê rojnameger Oznûr Deger jî bertek nîşan da û derheqê wê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Walîtiya Mêrdînê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û ragihand ku derheqê rojnameger Oznûr Deger de bi îdiaya ‘Heqaret li xebatkarê cemaweriyê kiriye’ lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hat zanîn ku kesên nasnameyên wan nediyar li ser hesabên medyaya dijîtal gef li Oznûr Deger xwarine û hedef nîşan dane.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Em pergala ku heqaretên zayenperest ceza nake lê rojnameger heqaret lê tê kirin ceza dike qebûl nakin. Em li gel hevala xwe ne.”