Çalakiyên ji bo protestokirina girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû berdewam dikin. Li aliyê din serdegirtinên malan jî didomin. Vê şeveqê polîsan li Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. Endama Rêveberiya Navendî ya SOL Partiyê parêzer Denîz Demîrdogan jî li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku hatiye binçavkirin.
Hat zanîn ku welatî bi hinceta “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” hatine binçavkirin û ew birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
Gelek rojnameger binçav kirin
Li aliyê din li Stenbol û Îzmîrê polîsan bi ser malên gelek rojnamegeran de girtin. Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de rojnameger Zeynep Kuray, Bulent Kiliç, û Hayrî Tunç, nûçegihanê AFP’ê Yasin Akgul, nûçegihanê NOW’ê Alî Onur Tosun, nivîskarê BîrGunê Bariş Înce, nûçegihana Sendika.org’ê Zîşan Gur û nûçegihanê wêneyan Kurtuluş Ari hatin binçavkirin. Hat zanîn ku rojnamegerên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.
Di serdegirtinên malan ên Îzmîrê de jî nûçegihanê wêneyan Mûrat Kocabaş hate binçavkirin.