2 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan êrîşî protestoya CHPiyan kir

Polîsan êrîşî CHPiyên dixwestin binçavkirina Ekrem Îmamoglû protesto bikin, kirin. Di êrîşê de 5 kes hatin binçavkirin.

Serokatiya CHPê ya Mûglayê û rêxistina CHPê ya navçeya Menteşeyê xwestin binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû protesto bikin.  Bi vê boneyê xwestin ber bi Edliyeya Mûglayê ve meşê li dar bixin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Muglayê Ahmet Aras û şaredarên navçeyan ên CHPî jî tev li çalakiyê bûn. Lê polîsan destûr nedan, berîqet danîn pêşiya çalakvanan û bi gazên îsotê êrîş birin ser.

Di êrîşê de li gel serokê Baskê Ciwanan ê CHPa Mûglayê Nazim Şardogan 5 kes hatin binçavkirin.