Siyasetmedara kurd Aysel Dogan di 11’ê gulanê de li bajarê Kolnê ya Almanyayê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dogan, ji Kolnê bi balafirê anîn Amedê û ji vir bi rêya bejahiyê birin Dêrsimê. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevberdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsîmê Alîcan Onlu, aktîvîstên TJA’yê û malbata Dogan û gelek kes tev li mrasîma cenaze bûn. Gelê Dêrsimê li ser Pira Seyîdlî ya li navçeya Mazgîrdê cenaze pêşwazî kir. Polîs û leşkeran li her nokteyên kontrolê cenaze dan rawestandin. Piştî pêşwazîkirinê, girseyê xwest cenazeyê Dogan bibin mala wê ya li taxa Gazik a navenda Dêrsimê. Lê polîsan karwana cenaze rawestand û destûr nedan cenaze bibin taxa Gazikê. Piştî girseyê ev yek şermezar kir, polîsan mudaxileyî girseyê kir. Rageşiya merasîmê berdewam dike. Li dijî êrîşa polîsan girseyê jî li ser rê dest bi çalakiya rûniştinê kir.