12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan di serdegirtinên malan de gelek kes binçav kirin

Polîsan bi awayekî hemwext li gelek bajaran bi ser malan de girt û gelek kes binçav kirin.

Di saetên zû yên serê sibehê de polîs û leşkeran lig elek bajaran bi ser malan de girt. Di serdegirtinên li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê de polîs û leşkeran Hevserokê berê yê HDP’a Nisêbînê Şiyar Koç, Hevserokê DBP’a Qoserê Mahmût Damar, keyayê gundê Menderê Faris Alak, welatiyên bi navên Metîn Yilmaz, Firat Demîr û Samî Îldem binçav kirin.

Hat zanîn ku kesên li Mêrdînê bi angaşta “alîkariya rêxistinê” hatine binçavkirin û dibe ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêdetir be.

Mêrsîn

Lêpirsînek jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve hat destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de polîsan li bajarên Mêrsîn, Enqere, Antalya, Îzmîr û Edeneyê bi awayekî hemwext bi ser 28 navnîşanan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) û xizmên girtiyan hatin binçavkirin. Lêpirsîn bi angaşta “Propagandaya rêxistinê” û “Alîkariya madî ya bi girtiyan re” hatiye destpêkirin û di vê çarçoveyê de bi ser avahiya TUAY-DER’a Çûkûrovayê de hate girtin. Hat zanîn ku lêgerîna li avahî hêj berdewam e.

Navên çend kesên hatin binçavkirin wiha ne: Rêveberê TUAY-DER’a Çûkûrovayê Selîm Ekîcî, Cengîz Dere yê DBP’î û Kadrî Ezer.