Polîsên dewleta tirk îro di setên serê sibihê de bi ser avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenuyrt a Stenbolê de girtin. Polîsên ku bêyî agahiyê bidin rêveberênn DEM Partiyê ketin hundir, derî şikandin û ketin hundir. Polîsan, wêneyên di avahiya partiyê de, flama û pirtûk avêtin erdê û heta saet 11.00’ê lêgerîn kirin. Polîsan piştî lêgerînê hinek wêne û pirtûk desteser kirin.
Di heman demê de Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ji bo îfadeyê bang li Hevserokên Navçeyê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan kirin.