Polîsan serê sibê li Amedê bi ser Komeleya Lêkolînê ya Çand û zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û pirtûkxaneya Payîz Pirtûkê de girt. Hat diyarkirin ku polîsan gelek xebatkarên komeleyê binçav kirine. Lêgerîna li MED-DER û Payiz Pirtûkê didome.
Saziya zimanê kurdî MED-DER, demek dirêj e qursên bi zaravayên kurdî Kurmancî û Kirmanckî dide. MER-DER ku ji 2017’an de xizmeta zimanê kurdî dike, ji bo kursên serdema nû dest bi qeydan kiribû.