Polîsan di saetên serê sibehê de bi ser mala parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çiçek Otlu de girtin. Çiçek Otlu da zanîn ew nizane li mala wê xisareke çawa çêbûye û ew ê ji Enqereyê derbasî Stenbolê bibe. Çiçek Otlu anî ziman ku dê vê bêhiqûqiyê li her derê teşhîr bike û dozê veke. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Stenbolê Çiçek Otlu li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal diyar kir ku polîsan di saetên serê sibehê de deriyê mala wê şikandine û bi ser mala wê de girtine.
Polîsan 13 kes binçav kirin
Polîsan di çarçoveya operasyona li Stenbolê tê meşandin de bi ser gelek malan de girtin û tevî endamên ESP, SKM, SMF 13 kes bi îşkenceyê binçavkirin.