Polîsan li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi maşîneya zirxî li texsiya welatiyekî qeliband. Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn. Polîsan bi maşîneya zirxî li texsiya plakeya wê 33 AKT 428 qeliband. Di bûyerê de Vahdettin K., Dilşad C.K. û zaroka wan a 3 salî A.J.K. birîndar bûn. Yekîneyên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.