12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan avêtin ser Navenda Civaka Kurd a Darmstadtê

Polîsan girtin ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Darmstadt ê Almanyayê û gelek malên li bajarên cuda

Hat ragihandin ku daraza Almanyayê diyar kiriye têkiliya hevserokên berê yên FCDK-KAWA Songul Çelîk û Mehmet Emîn Denîz bi hin çalakvanên din ên kurd re heye û ev tişt kiriye hinceta serdegirtinê.

Li komeleyê saet di navbera 06:00-11:00 de lêgerîn pêk hat. Hate hînbûn ku rayedarên komeleyê xistine nav lêpirsînê. Hate diyarkirin ew kes jî ev in: Abdullah O, Ozgr A, Gokmen Ç, Mazhar T. Mazhar T par hat berdan, Abdullah O, Ozgur A û Gokmen Ç hê jî girtî ne.

Di lêgerînê de alên KCK, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Civaka Azad, Kongra-Gel, PAJK, Jinên Ciwan ên Azad hatin desteserkirin.

Ji ber heman hincetan li bajarên Rûsselsheîm, Maînz û Mannheîmê jî serdegirtina malan pêk hat.

Polîsan girtin ser mala Songul Çelîk û Mehmet Emîn Denîz ên li Russelsheîm û Mainzê dijîn û berê hevserokên FCDK-KAWA’yê bûn.

Li Mannheîmê jî polîsan girtin ser mala Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Halîs Dogan.