Li ser rêya Ereglî ya Konyayê polîsê ku di sala 2019’an de Waliyê Edeneyê xelat dabû wî, tevî 24 kîlo eroin hat zeftkirin.
Midûriyeta Şaxa Îstîxbataratê û Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Polîsan a Konyayê li ser rêya Eregli ya Konyayê, maşîneya Polîs Cumhûr A., ê ku li Midûriyeta Polîsan a navçeya Yuregîr a Edeneyê peyvirdar e rawestandin. Polîs Cumhur A., di kontrole de tevî 24 kilo û 600 gram eroîn û 2 debanceyan hat zeftkirin.